Va du hefte ye ez difikirim, digotim li Kurdistan rewşeke wisa heye ku, destê însan naçe hema çend bend nivîs binivîse, kêm-zêde ji bo berhemeke hunerî tiliya xwe bilivîne. Îro jî rastî nivîsekî hatim ku sedî sed heman fikrê ve xemilî bû. Nivîsa hevalê xwe yê kevn, ango nivîsa İlham Bakir’ê... Berê çendek fikirîm, gotim “İlham jixwe nivîsiye, gelek xweş jî nivîsiye, ez jî tişteke din binivîsim”, lê piştre hay ji xwe bûm û fikrên berevajî êriş anîn li ser hişmendiya min. 

Îja wiha fikirîm: Gava însanetî ji rêzê derdikeve, nirxên mirovatiyê ji dest diçe û hovîtî, derînsanetî tê li çavên mirovahiyê dirêjîne, guh ker û hişmendî kor dibe, tam di wê demê de huner û wêje dibe pêdiviya herî esas a însanetiyê. Ango huner tam di wê demê de lazimî me ye. Gava wekî Sûrî û Iraqê însan tê serjêkirin, gava wekî li Elmanyayê însan tê şewitandin, gava wekî Kurdistan şêwaza qetlîamên cûr bi cûr tê ceribandin, gava mirî yên zarok li yexçalê tên parastin, gava bedena însanan li kolanan dimînin û kes nikare ku ew bedenan li kolanan bigire û veşêre, di şert û mercên bi vî rengî de teqez pêdiviya me ji hunerê re, ji wêjeyê re, ji nivîskarî û ji vegotinê re heye. 

Ger hovitiyên însanetiyê neyê ziman û kes dernekeve ew hovîtî, qetlîam û komkujiyan rayî civakan meke, dê gelo çawa însan hay ji exlaqê be û berevajî van yekan têbikoşe? Dê gelo hişmendî bi çi şiklî ava bibe? 

Ev yek diyar e ku, huner, ji bo hunermendiyê nayê çêkirin... Gava sînema ji bo derhênertiyê, ji bo lîstikvaniyê, ji bo muzîjenî an jî ji bo pênasiyeke din were çêkirin, gava nivîs ji bo nivîskariyê were nivîsîn, gava siyaset ji bo siyasetmedariyê were meşandin, jixwe ew berhem bi tu awayî nabe berhem. Di vî şert û mercê de huner dernayê, siyaset nameşe, civak ava nabe, şoreş çênabe, berhem nabe berhem, pirtûk kêrî tu tiştekî nayê, hişmendî û fikr û raman ji armanca hebûna xwe tazî dibin û wateya xwe wenda dikin...

*** 

Çi zarok çi pîr, çi jin, çi mêr û çi jî ciwan, li Kurdistanê însan tên kuştin û bedena însanan bi rojan, heta bi mehan li kuçeyan, li kolanan dimîne. Yên mayî jî bi tirsa canên xwe nikarin xwe nêzîkî zarokên xwe bikin, da ku laşên wan li kolanan bigirin, hildin û veşêrin. Divê bi mirinê ve lîstik were lîstin û laş li kolanan nemînin. Bi vî hawî hin peyandin rû dide, lê îja ew kesên ku xwe ji bo kesên din feda kirine dimînin li wê kolanan... Roj bi roj laşên însanan ku li kolanan in hê zêde dibin. Kolan bi bedena însanên berxwedêr ve tijî dibe. Hijmara însanên ku li kolanan in, bi tiliyan ve tên hijmartin. 

Her mirin tenê bi serê xwe çîrokek, destanek e. Lê, heta ku huner û wêje xwe bigihîne ew kesan, çîrokên nû, trajediyên nû, lehengtiyên nû der tên. Heta ku civak li ser kesekî, li ser şexsiyet û kesayetiya lehengekî kûr bifikire û hêstên xwe li ser wî/ê kesan bişuxulîne, bûyereke hê hejîner pêyda dibe, hişmendî û kûrbûna civakê belav belayî dike. Heta ku endamên civakê fêhm bikin ka çi çîrok li wan kûçeyan dilerizin û bêhn digirin, çirokên hê bi agir, hê bi şewat, wek bayeke pêldayî ber aso ya civakê digire.

Rêbertiya gelê Kurd vegotîbû, ku Partiya Karkerên Kurdistan wek romanek e. Ji şer û pevçûnê wêdetir tespîtek e ev. Gelo çima? Çi ku partî di nav şertên herî dijwar de, di nav qirêjiya wekî herî de şêweyeke canfidayî nişan dabû û nêzikahiyeke şaîranê û hunerane ava kirîbû. 

***

Îro li Kurdistan şereke derînsanetiyê tê meşandin; her çi qirêjî ku di dîroka mirovahiyê de hatiye dîtin ew hemû jî di nav de, dem bi dem bi şêweya hêvîşikandinê ve jî barbûyî şereke wisa. Ku însan bi însanetiyê xwe şerm dike. Lê ger hêza me têr neke û em nikaribin ev şerê bidin sekinandin jî, huner heye. Çi nebû, em dikarin biz imana hunerê ve ew derînsanetiyan şermezar bikin, li himberî qetlîam û komkujiyê bisekinin, heta çiqasî ji deste me were em dikarin bi helbest, bi wêje û bi hunerê xwe ve têbikoşin... 

Bi kurt û kurmancî îro çi ji deste me were ewqasî, roj roja afirandin û avakirina hunerê ye, xêncî wê tu rê nîne. Çi ku derhunerî, ne hunerwerî ye...