Li Dêrikê doh bi beşdarbûna hezaran ji bo desteka Berxwana Serdemê ya Efrînê û li dijî guhertina demografiya Efrînê mîtîng hate lidarxistin.

Mîtîng ji Qada Azadî ya bajarê Dêrikê bi meşeke dest pê kir. Meş li Qada Şehîdan a Dêrikê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Devera Dêrikê Zelfa Mihemed axivî û behsa hewldanên Tirkiyeyê yên guhertina demografîk li Efrînê kir.

ANHA/DÊRIK