ÎSAM ABDULLAH / ANHA/QAMIŞLO
Wekî gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê li Dêrikê jî di dema rejîma Baasê de lêkirina avahiyên an qedexe bû an jî ji bo ruxsetan gelek pere ji welatiyan dixwestin. Ji ber wê li bajêr avakirin pir pêş neket. Lê bi îlankirina Rêveberiya Xweser re û avakirina şaredariyên gel li gelek bajaran tevgera avakirinê bi pêş ketiye.
Li Dêrikê daxwazeke zêde heye ji bo lêkirina avahiyên nû. Ji bo bê şaredariya gel plana rêxistinî ya şaredariyê berfireh kir û taxên derdora bajêr girtin nava wê.
Tevlêkirina wan taxan ji plana rêxistinî re tê wateya ku mirov dikarin li wê derê malên xwe li gorî zagonên ku ji aliyê şaredariyê ve hatine dayîn ava bikin. Şaredarî li wê derê avakirina binesaziyê, toreyên avê, toreyên kanalîzasyonê, toreyên kehrebeyê û her wekî din ji xizmetan girte ser xwe.