Kurdên ku demek dirêj e gelek bedel li Sûriyeyê dane û xwedî têkoşîneke demdirêj in. Ligel destpêkirina raperînên li Sûriyeyê Kurdan dest bi pêkanîna projeya Xweseriya Demokratîk kirin. Kurdên ku bi sala ne li hemberî polîtîkayên erebkirinê li ber xwe didin, navên gund, bajar û navçeyên ku li erebî hatibûn wergerandin, dîsa vegerandin Kurdî, dibistanên Kurdî vekirin, konsey û komîteyên gel ava kirin. Gava herî girîng yek jê jî damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e. Her wiha bi avakirina Desteya Bilind a Kurdan gava yekitiyê hate aêtin.  Desteya Bilind a Kurdan nuneritiya hemû Kurdistaniyên Rojava dike. Kurdistanî hêdî hêdî bajarên ku bi zorê ji destê wan hatine desrxistin dîsa bi dest dixin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên sibê de Kurdan hemû saziyên siyasî û leşkerî yên rejîma Sûriyeyê bi temamî xistin bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê bêyî ku li ber xwe bidin teslîm bûn û her tiştên rejîmê radestî Kurdistaniyan kir. Her wiha Kurdistaniyan di saetên nîvro de yekîneyên parastina sivîl û komek qelebalix a welatiyan, çûn noqteya kontrolê ya leşkerî ku li derketina bajarê Qamişlo li ser riya Amudê ye.  Yekîneyên parastina sivîl û gel, piştî demekê bêyî ku xwîn bê rijandin, noqteya kontrolê ji destê leşkeran girt. Leşkerên rejîmê ji herêmê dûr ketin.
Kurdan 19-22’yê tîrmehê bajarên Kobanî, Efrîn, Dêrik xistibûn bin kontrola xwe. Di serî de dewleta tirk, hemû hêz û dewletên ji destkeftiyên Kurdan nerehet, ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan serî li gelek hewldan, gef û tehdîdan dabûn. Her wiha li hemberî Kurdan gelek êrîş jî pêk hatin. Dîsa jî Kurdan deskeftiyên xwe parastin. Herî dawî di 9’ê mijdarê de bajarê Dirbêsiyê û Tiltemûra ku Kurd, ereb û asurî lê dijîn bi temamî xistibûn bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê yên ku bi saetan di dorpêça Kurdan de man, neçar man ku ji bajar derbikevin. 

DÊRKA HEMKO 





Gel noqteya leşkerî  bi dest xist

Gelê rojavayê Kurdistanê ku li piraniya bajaran rêveberî girtine destê xwe, li bajarê Qamişlo jî, noqteya leşkerî ya li ser riya Amudê ji destê hêzên rejîmê girt. Doh di saetên nîvro de yekîneyên parastina sivîl û komek qelebalix a welatiyan, çûn noqteya kontrolê ya leşkerî ku li derketina bajarê Qamişlo li ser riya Amudê ye.  Yekîneyên parastina sivîl û gel, piştî demekê bêyî ku xwîn bê rijandin, noqteya kontrolê ji destê leşkeran girt. Leşkerên rejîmê ji herêmê dur ketin, li aliyê din gel jî keyfxweşiya xwe anî ziman.
9’ê mijdarê Kurdan li bajarê Dirbêsiyê û Tiltemûra ku Kurd, Ereb û Asurî lê dijîn bi temamî xistibûn bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê yên ku bi saetan di dorpêça Kurdan de man, neçar man ku ji bajêr derbikevin. Di vê demê de jî tiliya tu kesekî jî xwîn jê nehatibû.

 QAMIŞLO 





Em destûrê nadin Lozana duyemîn

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah di paneleke li bajarê Zurich a Swîreyê pêk hat de axivî û diyar kir ku îradeya gelê kurd ya Rojavayê Kurdistanê nikare bê astengkirin û da zanîn ku ev meşa azadiyê dê li parçeyên din jî bigihêje encamekê û wiha got: “Kurd dê tu carî desturê nedin Lozana 2’emîn.”
Ev demeke hevseroka PYD’ê Asya Abdullah li Ewropayê di nava temasan de ye û li bajarê Zurich a Swîsreyê tevli paneleke li ser geşedanên rojavayê Kurdistanê bû.
Abdullah di panele li komeleya kurd aZurich pêk hat de axivî û diyar kir ku nexşerêya siyasî ya Rojihilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin û got di navenda geşedanan de kurd hene û wiha got: “ lê hêzên navnetewî û delwetên di bin mêtîngeriyê de dixwazin vê asteng bikin.”
Abdullah da zanîn ku kurd dê vê carê destûrê nedin Lozana 2’emîn û wiha got: “Gelê me hêza herî dînamîk ya Rojhilatê Navîne. Desthilatdarî yek bi yek hildiweşin û yekane gelê ku pergala demokratîk û azad ya gelan bi afirîne jî gelê kurde. Ji ber vê sedemê jî bi kompoloya navnetewî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye.”
Abdullah destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê gelê kurd bi xwe îradeya xwe ya rêveberiyê derxistiye holê û wiha got: “Li Rojava bi însiyatîfa Meclisên Gel a Demokratîk rêveberî di destê kurdan de ye. Meşa me ya azadiyê dê xwe li parçeyên din jî bide nîşandan. Tirkiye her rê diceribîne û hewl dide azadiyê asteng bike. Lê ev hewldanên wan bê encam maye. Me ne piştgirî da muxalîfan û ne jî da hêzên BAAS. Ev her du hêz jî tu tiştekî nadin gelê Sûriyeyê. Di desthilatdariya her duyan de jî gel hatin qetilkirin.”

  ANF/ZURÎCH