Piştî Silopiya, Cizîr, Sûr, Farqîn û Nisêbînê, Dêrika Çiyayê Mazî jî zora zilma dewletê bir. Li navçeya Mêrdînê Dêrikê Dêrikê qedexeya derketina kolanan rabû, bi sedan welatiyên ku di ketina navçeyê de radiwestiyan, ber bi navçeyê ve dest bi meşê kirin û gelê Dêrikê jî li seranserê navçeyê bi hezaran daket kolanan. 


Dewlet li vîna Dêrikiyan şikest

Li navçeyê di encama berxwedana gel de qedexeya derketina kolanan di roja 8'an de hate rakirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û parlamenterên HDP'ê piştî ku li Walîtiya Mêrdînê hevdîtin kirin, hatin taxa Bahçelîevler a di ketina navçeyê de ye. 


'Di vî şerî de AKP nikare bi ser keve'

Hevserokê Gişti yê DBP'ê Kamuran Yuksek li vir daxuyanî da û got "AKP nikare di vî şerî de bi ser keve. Tu nikarî li hemberî gelekî di şer de bi ser kevî." Yuksek diyar kir ku xweseriya demokratîk mafê herî bingehîn e û bang li hikumeta AKP'ê kir da ku dev ji polîtîkayên şer berde. 


Kolan bûn ên Dêrikiyan

Piştî daxuyaniyê, barîkat û wesayîtên zirîhpoş ên li ser rê hatin rakirin û welatiyan ber bi navçeyê ve dest bi meşê kir. Piştî ku welatî û heyet gihişte navçeyê, gelê Dêrikê jî daket kolanan.  Bi hezaran welatî, li kolananên Dêrikê bi dirûşmeyan meşiyan. 


 MÊRDÎN




'Em dikarin êrîşa faşîzan rawestînin'


Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, îlanên qedexekirinên kolanan yên li Nisêbin, Dêrik û Sûrê û êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gel niraxandin. Yuksekd pêr çû Dêrik û Nisêbîna ku derketina kolanan li wan hatiye qedexekirin û diyar kir ku êdî pergala dewletê ya neteweya navendî ji bo Kurdan ne lê ye û wiha peyivî: “Gel bi îlanên xwerêvebirinê bi mehan e vînekê nîşan dide. Em ê çewisandin û qirkirina li ser gelê Kurd ku tê ferzkirin qebûl nekin. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake û êdî dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û dixwaze bibe xwediyê gotinê.”


‘Gelê kurd serî natewîne’

Yuksek derbirrî ku ev bi mehan e, AKP´ê li dijî gelê kurd şerekî giştî daye destpêkirin û wiha dewam kir: "Dixwaze gel bi birçîbûnê terbiye bike û bi awayekî dixwaze vîna gel bişkîne. Hewl dide ku bi civakê paş ve gavê bide avêtin. Lê êdî gelekî ku serî bitewîne li hemberî wan nîne. Îro rewşa awarte qat bi qat zêdetir bûye. Ev pêkanîn di 12’ê îlonê de jî 6 rojan dewam dikir. Lê îro ji 12-13 rojan jî bibihure.” 


‘Li ku qedexe hebe li dora wir bibin xelek’

Yuksek îfade kir ku ger gelê Kurdistanê bi awayekî giştî helwestekê nîşan bide, hingê dewlet dê êdî nikaribe vê yekê dewam bike û wiha pê de çû: "Li ku derê qedexeya derketina kolanan hatibe îlankirin, divê gelê Kurdistanê bi awayekî giştî li dora wan deveran bibe xelek. Ger ku em bi hişmendî û hêstên neteweyî tevbigerin, teqez em ê vê polîtîkayê biguherînin. Em dikarin polîtîkayên pêkanînên faşîzan ên qetilkirin, qedexeya derketina kolanan bidin rawestandin, hêza me têrî vê yekê dike." 


 AMED