HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / KELAR

 

Deriyê Sînor ê Başmaxê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ji bazirganî û rêwiyan re hate vekirin. Lê hê Deriyê Sînor ê Perwêzxan girtî ye.

Li Deriyê Sînor ê Başxam ê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de pêr seferên bazirganî û rêwiyan dest pê kir. 

Berpirsê Sendîkaya Şofêrên Deriyê Sînorê Navneteweyî yê Başmaxê, Ebdullah Ehmed li ser mijarê got; "Şevê din (pêr bi şev) Sendîkaya Şofêrên Îranê em agahdar kirin ku Îranê biryar daye îro (doh) careke din seferên bazirganî û rêwiyan li derî dest pê bike."

Ebdullah Ehmed diyar kir ku ji aliyê Îranê ve hatina wesayîtên barhilgir a li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û got, ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî wesayît diçin Îranê û wiha peyivî: "Ji bo rêwiyan jî ti pirsgirêk nîne. Di rêveberiya dêrî de heta niha ti guhertin çênebûye. Ew karmendên Ereb ku dihat payîn wê li Deriyê Başmax dest bi kar bikin, vegeriyane bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê. Em nizanin wê kengî dest bi kar bikin."

Li aliyê Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Deriyê Sînor ê Perwêzxan, Aram Sayexan got; "Heya niha Deriyê Pêrwêzxan nehatiye vekirin û ti agahiya ji bo vekirina dêrî ji me re nehatiye."


Li deriyê Başmax şandina sotemeniyê dest pê kir

Berpirsê Deriyê Sînor ê Başmaxê, Newzad Mehmûd diyar kir ku bê merc Deriyê Sînor ê Başmax li ser Herêma Kurdistanê hate vekirin û got; "Şandin û anîna sotemeniyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dest pê kir."

Piştî ku doh Deriyê Sînor ê Başmaxê ji aliyê Îranê ve piştî çend rojan careke din hate vekirin, Newzad Mehmûd daxuyanî li ser mijarê da.

Berpirsê Deriyê Sînor ê Başmaxê Newzad Mehmûd got; "Şevê din bi biryara yekalî ya Iraqê careke din deriyê Başmax li bazirganî û geştyariyê hate vekirin. Vê sibehê saet 08:00'an tevgera bazirganî û geştyariyê dest pê kir. Vekirina derî ne demkî ye. Îranê ji bo vekirina derî ti mercên pêşwext diyar nekirine. Heta niha jî diyar nîne ew karmandên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine erkdarkirin wê kengî bên li Deriyê Başmax û wê bi çi rengî dest bi kar bikin."

15'ê Cotmehê dewleta Îranê deriyên sînor ên Başmax, Perwêzxan û Hacî Omeran li ser pêşniyaza hikûmeta Iraqê girtibûn.

Ji bilî van deriyên fermî di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de deriyên Kêlê, Seyranbend û Şoşmê jî hene ku nîv fermî ne.