LWelatiyê bi navê Şukrullah Mistefa derbarê vê mijarê de axivî û wiha got: “Em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê bide gelê Rojavayê Kurdistanê. Di vî warî de barek dikeve ser milê Hikûmeta Herêmê. Divê sînoran ji hemû Kurdan re vebike.”
Seediye Hemed Emîn jî xwest deriyê sînor bê vekirin û wiha got; “Divê gelê Kurd piştgiriyê bide gelê Rojavayê Kurdistanê. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê sînor li ser Rojava vebikin. Em dixwazin weki Kurd û misilmanan piştgirî bidin gelê Rojava.”
'Alîkariya Kurdên Rojava bikin'
Welatiya bi navê Selma Seediye jî nerazîbûn nîşanî helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û wiha got: “Gelê Rojavayê Kurdistanê jî Kurd e. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê sînor vebike. Ji ber ku ew jî Kurd in û birayên me ne.”
Welatiya bi navê Aheng Ziyad jî diyar kir ku ew wekî hemwelatiyeke Kurd daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku alîkarî bide hemû Kurdan û ev bang kir: “Em hemû Kurd xwîşk û bira ne. Ger em alîkariya hev nekin em bi ser nakevin û nabin welatek serbixwe. Divê hemû gelê Kurd û xêrxwazên Kurdistanê alîkariya Kurdên Rojava bike.”
Firat Mistefa jî diyar kir ku divê hikûmet derî vebike û wiha got: “Bangawaziya min ji bo gelê Kurd û Serokê Herêma Kurdistanê ew e ku piştgirî bidin gelê Rojava. Xwedê cîhanê ji bo hemû mirovan ava kiriye. Divê hikûmet deriyê sînor vebike û alîkariya wan bike. Divê erzaq ji wan re bişîne. Ji ber ku ew jî wekî me Kurd in û mirov in.”
WEHBÎ DEMÎR /DÎHA/HEWLÊR