Berdevkê Polîtboruya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre piştî kifşbûna encamên resmî ya hilbijartinan li Hewlêrê peyivî û got:"Ji bo silametiya xelkê encama hilbijartinê dipejirînin û ji bo vakarina hikûmeta nû jî deriyê wan vekirî ye." Pîre destnîşan kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê deriyê wan vekiriye û got ku divê kemûkurtiyên kabîneya borî dûbare nebin û kar ji bo başkirina rewşa xelkê bêkirin. Pîre li ser parvekirina erkan jî got; "Em ji niha ve qala erkên kabîne bê ya hikûmetê nakin. Divê ev bi lihevkirina yekalî bibe." Berdevkê Polîtboruya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre bal kişand li ser nakokiyên di navbera PDK'ê û YNK'ê de û wiha axivî: "Ev aloziyên di navbera me dene, ne wihane ku nekarin herêmê rêve bibin û pirsgirêkên xwe çareser nekîn."