Ambargoya, ku piştî referandûma 25'ê Îlonê di çarçoveya hevkariya Îran, Tirkiye û Iraqê de li ser Başûrê Kurdistanê tê ferzkirin, roj bi roj giran dibe. 

Rêjîma Îranê deriyê bazirganiyê yê li bajarê Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyalayê ku dikeve ser sînorê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê doh bi temamî ji bazirganiyê re girt.

Rejîma Îslamî ya Îranê piştî referandûma Başûrê Kurdistanê ragihandibû ku ew ê hemû deriyên bazirganiyê yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de bigirin. Yek ji wan deriyên bazirganiyê yê li bajarê Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyalayê ku dikeve ser sînorê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê îro bi temamî ji bazirganiyê re girt.

Lê belê hate gotin ku çûn û hatina welatiyan û geştiyaran di navbera Başûr û Îranê de bi awayekî asayî berdewam dike. Rejîma Îranê ji roja ku referandûm hatiye lidarxistin heya niha bazirganiya neftê ya di deriyê Perwêzxan re dabû rawestandin. Lê, niha derî bi temamî ji her cure bazirganiyê re hatiye girtin. 


XANEQÎN