
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên dij-Kurd dimeşîne û ji ber vê jî dixwaze bikeve Şengal û Mûsilê. Koç destnîşan kir ku li dijî vê ‘têkoşîna bi awayê yekîtiya neteweyî’ ferz e.
Koç got, ji bo siberoj û îdareya Mûsilê pêwîst e Kurd bi konferanseke hevpar helwestên xwe bikin yek, û polîtîkaya xeternak a Mûsilê ya dewleta Tirk tenê bi vî awayî dikare bê pûçkirin.
Konferansa Mûsilê û helwêsta neteweyî ya Kurd
Koç, bi bîr xist ku ji bo helwêsta hevpar a Kurdan a têkîldarî siberoja Mûsilê di Komxebata Çareseriya Pirsgirêkên Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê de a Îlonê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) lidarxistî, pêşniyaza kongreyekê hatibû kirin û got; “Em civînên wek amadekariyên vê li dar dixin. Di van civînan de em ji dîroknas, mamosteyên zanîngehan, akademîsyenan nihêrîn û pêşniyazan digirin. Em van civînên xwe li tevahiya bajaran li dar dixin.”
Koç îfade kir ku pêwîst e nihêrînên rengên li Mûsilê jî teqez bên girtin û wiha dewam kir; “Di van civînên xwe de em nêrîn û pêşniyarên Kurdên Sunî, Şîî, Şabak û Êzidiyan digrin, guhdar dikin. Em hedef dikin ku dûvre bi konferansekê konsepteke têkîldarî Mûsilê, helwêsta neteweyî deynin holê, ava bikin. Ji ber ku Mûsil, Iraqa biçûk e, Rojhilateke Navîn a biçûk e û Başûrê Kurdistanê ya biçûk e. Tevahî pêkhateyên wan di nav xwe de dihewîne. Çareseriya pirsgirêka Mûsilê di çareserkirina pirsgirêkên van tevan de wê bibe modeleke mînak.”
Kurd divê ne weke Îran û Tirkiyeyê nêzîk bibin
Koç bi bîr xist ku pirsgirêka Mûsilê di cewher de li ser esasê parçekirina gelan, pirsgirêkek e ku bi destê Brîtanyayê hatiye afirandin, û destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne pirsgirêka gelên li wir e an jî pirsgirêkeke Kurd-Ereban e.
Koç, têkîldarî mijarê ev nirxandin kirin; “Pirsgirêka Mûsilê, sedsala 20. de hat afirandin. Pirsgirêkeke bi armanca parvekirinê hatiye afirandin û em jî li şûna wê, yekîtiyê esas digrin. Ji bo vê feraseteke demokratîk lazim e. Divê Kurd jî pêşengiya vê modela çareseriya demokratîk bikin. Kurd nikarin mîna nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya li beramberî hin eşîrên Erebên Sunî yan jî wek Îranê li Erebên Şîî dikin, nêzî mijarê bibin.”
Koç li ser nîqaşên dewleta Tirk a ku dibêje wê li dijî hin deverên Şengalê û Başûrê Kurdistanê operasyonê bike jî got, armanca dewleta Tirk ew e ku tevahî Kurdistanê bixe bin serweriya xwe. Koç wiha dewam kir: “Sîstema dewleta Tirk bi temamî ber bi dîktatortiya faşîst diguhere. Dixwaze tevahiya hêza rayeyê bidin yek kesî. Bi vê faşîzmê dixwazin xeyalên Osmanîtiyê li Rojhilata Navîn pêk bînin. Her wiha, siyaseta dimeşînin jî bi temamî li ser esasê dijminahiya Kurdan e.
Dibêje ‘em Lozanê, û sînoran qebûl nakin.’ Ango dixwazin sînorên nû xêz bikin. Dema dibêjin Mûsil esas tevahî Başûrê Kurdistanê tînin ziman. Ji ber ku wîlayeta Mûsilê tevahiya Başûr di nav xwe de dihewîne. Mîna dema behsa Helebê jî dikin behsa tevahî Bakurê Sûriyeyê û Rojava dikin.”
Dewleta Tirk PKK´ê dike hincet
Koç got, dewleta Tirk ji bo dagirkirina Kurdistanê wek hincet PKK’ê nîşan dide, hişyar kir ku armanca esasî astengkirina yekîtiya Kurdan e. Koç, li ser mijarê wiha peyivî, “Dibêje, ‘ez ê bikevim Şengalê, li dijî PKK’ê şer bikim û nehêlim Şengal bibe Qendîla duyem.’ Lê, mesele ne PKK’e ye. Mesele ew e ku dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê bi pêş bixe.
Dewleta Tirk ji bo Kurd negihêjin hev, yekîtiya xwe ava nekin bi hezaran nakokiyên îdeolojîk, siyasî çêdike. Hêzên navneteweyî jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn yekîtiya Kurdan bivênevê dibînin. Hem bandorên hundirîn hem jî derveyî Kurdan ber bi yekîtiyê dehf didin.”
Siyaseta dji-Kurd a Tirkiyeyê
Hevseroja KNK´ê Nilufer Koç pirsgirêka Mûsilê ji bo Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê weke xetere bi nav kir û got, ji ber vê jî mijareke neteweyî ye, polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî vê jî weke “polîtîkaya dij-Kurd” nirxand. Koç li dijî polîtîkayên parçeker ên Tirkiyeyê jî pêşniyaza “Tirkiye, navenda dijîtiya berjewendiyên Kurdan e. Ji bo Tirk li Mûsil, Heleb an jî cihên din heq îdîa nekin, divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.”
Koç anî ziman ku dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdên li bakur şer dike û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Tirkiye şerê xwe hem li Rojava hem jî li Başûr dimeşîne. Ji ber vê li dijî vê tehlûkeya ku dewleta Tirk dide avakirin pêwîst e tifaqa Kurdan bi pêş bikeve.
Dewleta Tirk ku dixwaze ji vê valatiyê sûdê werdigre, hedef dike ku 3 parçeyên Kurdistanê kontrol bike. Ji ber vê jî partiyên Kurdan li şûna zimanê ku hevûdu sûcdar dikin, divê bên cem hev, vê tehlûkeyê teşxîs bikin.“
NAVENDA NÛÇEYAN