Rojnamevanên parêzgeha Helebce diyar kirin ku yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan yekîtiya neteweyî ye û bang li aliyên siyasî yên Kurd kir da ku ji bo pêkhatina kongreya neteweyî hewl bidin û yekîtiya neteweyî çêkin. 

Ev çend roj in ku qonaxeke nû ya hevdîtin û serdanan li ser mijara yekîtiya neteweyî ya Kurd di nava aliyên siyasî de dest pê kiriye. Çîn û pêkhateyên cuda yên Başûrê Kurdistanê jî bi hêviyeke mezin ji van hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin, didin. Rojnamegerên Helebce ku li ser vê mijarê ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku yekîtiya neteweyî dikare pirsgirêkên Kurdan çareser bike.

Yek ji rojnamevanên bajarê Helebce, Çoman Osman li ser yekîtiya neteweyî got; “Yek ji giringî û taybetmendiyên KNK’ê ew e ku ji mêj ve fikir li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û herêmê kir. Rêyeke çareseriyê ji bo vê rewşa niha danî. Belê mixabin beşek ji aliyên siyasî bi taybetî PDK´ê bi giringî ranehiştiye vê mijarê. Ev jî ji ber hebûna bandora dewletên derve ne xasim ya Tirkiyeyê li ser PDK’ê ye.”

 

Ji bo Başûr û aliyên din 

Çoman Osman girîngiya anîna cem hev gelek aliyên Kurdistanê di xebata KNK´ê de bi girîngî nirxand û wiha peyivî: “Yek ji giringiya KNK’ê jî ew e ku kariye gelek aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê, rojnamevan, pêkhate û baweriyên olî li derdora xwe kom bike. Ev jî ne karek wiha hêsan e. Dema ev xebatên KNK’ê gihan armanca xwe, pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê wê çareser bibin. Divê aliyên siyasî bê didulî ji bo kongreya neteweyî kar bikin.”

Çoman Osman îşaret bi pirsgirêkên PDK´ê bi hemû aliyan re kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji ber ku PDK dixwaze li hemû aliyan desthilat be. Lê wê bi xwe xeteke lawaz heye û ger bi alîkariya dagirkerên gelê me nebe, nikare hebûna xwe dewam bike.”

 

Başûr divê neteweyî bibe 

Rojnamevan Kosar Mehmûd jî têkildarî xebatên KNK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî got; “Ew xebatên ku niha û dema pêş jî KNK’ê ji bo yekîtiya netewî meşandine, hemû pêkhate, cudahî û rengan giringiyeke mezin dane vê xebatê. Divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dest ji berjewendiyên xwe yên taybet berdin û di çarçoveya kongreya neteweyî de biryarê li ser rêyên çareseriyê bidin. Çênabe tenê aliyek xwe bike xwediyê pirsgirêka neteweyî.”

Kosar Mehmûd dawiyê jî got; “Qonaxa niha ya herçar parçeyên Kurdistanê tê re derbas dibe, li pêş her tiştî ferz dike ku kongreya neteweyî pêk were. Her wiha ew cudahiyên di kongreya neteweyî de bên gel hev, wê sûdeke mezin ji bo meseleya neteweyî hebe.”


HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS/HELEBCE