Spor rîska nexweşiyê kêm dike
Divê vê demsalê de divê mirov li dijî şewbê zêde fêkî bixwin. Divê di salateyan de lîmon û runê zeytînê bê bikaranîn. Divê fêkiyên wekî portakal, mişmiş, kelem, greyfurt, tûzik, gîzer, soya, genim, tû, lîmon, kîvî, îsot, baqilxatûng, pirasa, bacan, bexdûnis, ispanak, roka û kelema reş bê bikaranîn." Nexweşî tenê ji ber qada jiyanê pêknayên.
Dermanê gelek nexweşiyan e
Di nava sezbeyande ji sebzeyên herî bi hêz yek jê tivir e. Tivirên reş, tivirên sipî û tivirên sor her yek bi serê xwe depoya derman, vitamîn û mînarele. Li hemberî kuxik, serma, şewb, zekem, mîde, şekirê xwîne, gurçik, ferikandina xwarinê, sevsengiya madeyên nava xwînê dermanê herî baş e. dîsa dîrenca beden xurt digire. Kezebê bi hêz dike û hucreyên kezebê nû dike hişyar dike. Zirav paqij dike û nû dike. Rê li pêş xwînbûna diran û putiyan digire. Mahdê mirov vedike. Ferikandina xwarinê rehet dike. Ji bo gurçikê û îdrarê baş e. Pergala sînir rehet dike û dide guhdarkirin. Li dijî bronşit, astim, romatizma û gelek nexweşiyên din derman e. li dijî nexweşiyên alerjî û egzama baş e. Mirovan aram dike û hêza mirovan zêde dike. Mirovan zindî û hişyar dike. Hevsengiya avêtina dil û bêhnstendinê asayî dike. Tûk û ava mîdê hevseng dike. Ferikandinê hêsan dike. Mikroban dikuje û parastina li dijî mîkropê xurt dike.
Xwarina Kurdan e
Tivirê ku ji hezar derdî re derman e, herî zêde li axa mezopotamyayê tê çandin û hilberandin. Tivir ku li hemû axa Kurdistanê tê çandin û hilberinek wê ya zêde heye. Her rençberê xwedî ax û av dikare bi hêsanî û erzanî têra mala xwe û firotinê biçîne. Tivir li hemberî zermayê zebzeyekî xurt e. Kok, pel, kaliq û tovê tivirê hemû derman e.
DÎHA/AMED