Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî destnîşan kir, ku Sûriye êdî mîna berê nabe û diyar kir, eger Sûriyeyeke demokratîk û azad tê xwestin divê were qebûlkirin ku ev yek bi rêxistinbûyîneke federal pêkan e.

Sofî girîngiya Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirekan ji ANF'ê re nirxand.

Sofî da xuyakirin, ku ji bo çareseriyê, girîng e sedemên kaosê baş werin fêmkirin û destnîşan kir, heta ew sedem ji holê neyên rakirin kaos bi dawî nabe.

Sofî got, "Sedema bingehîn a koasê, rêxistinbûyîna dewleta netewe, totalîter û yekperest e. Lewma avakirina dewleteke nû ya netewe, ji bilî kûrkirina kaosê ne xwedî maneyeke din e. Ji netewe dewletê wêdetir, çareseriya neteweya demokratîk dikare bibe derman ji hemû pirsgirêkên gelan re.”

Nûreddîn Sofî di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku rêxistinbûyineke federaliya demokratîk xwe dispêre biratiya gelan û wiha pê de çû: “Mafê xweseriyê radestî hemû komên etnîkî û civakî dike, dikare hemû nakokiyan çareser bike. Îro li cîhanê gelek mînakên dewletên federal hene. Ev dewlet li gorî dewletên netewe, xurtir û zexmtir in.”


‘Ne modeleke careseriye ye’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî da xuyakirin, ku sîstema neteweya demokratîk projeya parçekirina civakan nîne û ev tespît kir: "Bi rastî jî mozaîka dewlemend a bi gelek nasnameyên Sûriyeyê ancax dikare di nava sîstemeke bi vî rengî de bijî, ev nasname dibê bi hev re neteweya demokratîk ava bikin. Netewe dewleta unîter a yekperest berê jî ne modeleke çareseriyê bû, niha jî wê nebe çare.”

Nûreddîn Sofî diyar kir ku netewe dewleta unîter a yekparêz wê kaosê kûrtir bike û got: “Wê hîn bêhtir felaketê bîne serê gelan.

Lewma siberoja Sûriyeyeyeke azad-demokratîk di nava federasyona demokratîk de ye. Ji ber vê yekê Federasyona Sûriyeya Demokratîk a Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ermenî û Tirkmenan, ku xwe dispêre azadiya bi hev re, modelek e ku divê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn esas were girtin. Yekane rêya rizgariyê ye.”


‘Ji aliyê her kesî tê qebûlkirin’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî destnîşan kir ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji aliyê erdnîgarî û etnîkî ve ya komeke etnîkî nîne û got, ev yek ya hemû gelên li vê erdnîgariyê ye.

Sofî di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku federasyon ne parçebûna Sûriyeyê ye, beşek ji Sûriyeyê ye û got: “Kantonên Rojava herêmên herî aram ên Sûriyeyê ne. Ji her aliyî ve herêmên herî ewle yê Sûriyeyê ne. Û ev yek ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Ez di wê baweriyê de me, wê di dema herî nêz de îspat bibe ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê jî wê çareseriya herî rast be."


‘Siberoj Sûriyeyeke federal e’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûreddîn Sofî bang li tevahiya gelê Sûriyeyê kir ku  xwedî li vê modelê derkevin û wiha dawî li axaftinên xwe anîn: “Girîng e feyzê ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê werbigirin û li herêmên xwe bi cih bînin. Siberoj Sûriyeyeke federal e. Ji bo siberoja Sûriyeyeka demokratîk û azad serketinê ji her kesî re dixwazim." 


 ANF/BEHDÎNAN