Amadekariyên 18’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê didomin. Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben her kesê xwedî li çand û xwezayê derdikeve, vexwend festîvalê. Îsal dê 18’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê di navbera 26-29’ê Tîrmehê de bi dirûşma “Li ser axa qedîm a azadiyê û têkoşînê, em di coşa Munzurê de hev bibînin” bê lidarxistin.  Festîval dê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partîya Emekê (EMEP) Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêk be. Li aliyekî amadekariyên festîvalê didomin û li aliyekî jî Komîteya Amadekar a Festîvalê ji bo destûrê serî li Walîtiya Dersimê da.  Gelek çalakiyên cihê Wek her salê îsal jî tê payîn ku festîval bi beşdariyek xurt derbas bibe. Di çarçoveya rojên festîvalê de dê cihên pîroz dê bên ziyaretkirin û panel wê werin lidarxistin. Li qeraxê Çemê Munzurê dê konser û guhdarîkirina li helbestan pêk bê. Li dijî asîmîlasyonê   Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben têkildarî amadekariyên festîvalê agahî dan û diyar kir ku festîval li dijî valakirina gundan û polîtîkaya bêmirovkirinê dest pê kir û festîval îro li dijî êrîşên li ser baweriya elewîtiyê, çand, xweza û bêmirovkirinê ye. Ben got: “4 roj bênavber em ê li navçeyan û navendê bernameyên têr û tije li dar bixin. Ez hemû kesên xwedî li çand û xwezayê derdikevin, vedixwînim festîvalê.” DERSIM