
Civata Êzîdî ya ku piştî komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ’ê li quntarên Çiyayê Şengalê dijîn, rêxistinbûyîna xwe xurt dikin. CIvata Êzîdî bi Akademiya Derwêşê Evdî re perwedeya leşkerî û îdeolojîk werdigirin.
Ji Akademiya Derwêşê Ewdî heta niha 20 mezûn hatin dayîn.Li akademiyê, ji bo çand û baweriya Êzîdiyatiyê winda nebe perwerdeya dîrokî û îdeolojîk û ji bo parastina cewherî jî dersên çek û taktîkê tên dayîn.Şervanên YBŞ‘ê yê li akademiyê perwerdeyê dibînin gotin, “Me digotin qey bikaranîna çekan bi tenê bi kêrî kuştina yekî tê, lê ev nêrîna me guherî” û destnîşan kirin ku li akademiyê ew hîn bûne ku çek di avakirina jiyana nû de weke amûrekê tê bikaranîn.
‘Rihê berxwedêr dijî’
Ji Fermandariya YBŞ’ê û rêveberiya Akademiya Derwêşê Evdî Serxwebûn Azadî bi van gotinan behsa armanca damezrandina akademiyê kir: “Di baweriya Êzîdiyan de em rastiyeke dîrokî dibînin ku li hemberî her şêwe êrîşên ji derve her tim parastina cewherî û berxwedan hatiye nîşandan. Bi dersên li akademiyê re tê xwestin ku civata me ya Êzîdî hîn bêhtir xwedî li dîroka xwe derkeve. Bi 73 fermanan re Êzîdî hatin bêdengkirin û ji vê dîrokê hatin dûrxistin. Bi dersên îdeolojîk ên li vir re hewl tê dayîn ev dîrok ji nû ve ronî bibe, çi jin, mêr, zarok, ciwan hemû Êzîdî vî ruhê berxwedêr ên Êzîdiyatiyê nas bikin.”
Azadî da xuyakirin ku perwerdeya leşkerî ya li akademiyê jî ji bo parastina cehwerî ya Êzîdiyan di oxira xaka xwe de tê dayîn û got, “Bi hatina gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo parastin û ewlekariyê re, vî gelî her tişt bêhtir bi zelalî dît. Hêzên HPG û YJA Starê em rizgar kirin. Dema civata Êzîdî parastin, gelek şehîd dan. Îro hînê li Şengalê li mewziyên herî pêş li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer dikin û şehîdan didin. Em weke civata Êzîdî wan weke şehîdên YBŞ‘ê dibînin. Yên ku perwerdeya destpêkê ya xweparastinê dan me ev hêz bûn. Weke civat me baştir dît ku parêzvan û dostê rasteqîn ê civata Êzîdî kî ye.”
‘Em xwe nas dikin’
Şagirtê akademiyê yê bi navê Berxwedan Tolhildan jî got, “Der heqê baweriya Êzîdiyatiyê de hin aliyên ku me bi xwe jî nezanîbûn, bi saya vê akademiyê em hîn bûn. Me bawerî û dîroka xwe ewçend bingehîn nedinirxand. Eger beriya fermanê me ev hemû zanibûya, yanî me karîbûya xwe li koka kevnare ya baweriya xwe bigirta, me yê karîbûna pêşî li vê komkujiyê bigirta. Em ê ji niha û pê ve bêhtir bi xurtî xwedî li baweriya Êzîdiyatiyê derkevin.”
‘Akademî ji bo nirxên mîrovatiyê ye’
Ji şagirtên Akademiyê Sîrwan Merîwan jî ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî refên YBŞ’ê bûye. Piştî dewreyek perwerdeyê li Akademiya Derwêşê Evdî niha li akademiyê weke hîndekar cih digire. Merîwan got, “Ez jî hatim ji bo parastina gelê xwe tevlî refên YBŞ‘ê bûm. Akademî ne tenê ji bo Êzîdiyan e, hemû bawerî dikare ji xwe re cihekî tê de bibîne. Civata Êzîdî eleqeyeke mezin nîşanî akademiyê dide. Berî dewreyek vedibû, lê niha ji ber daxwaza zêde êdî du dewre bi hev re destpê dikin. Di nava perwerdeya îdeolojîk de dersa herî zêde balê dikşîne, dersa li ser dîroka baweriya Êzîdiyan e.”
Şervanê bi navê Bahoz Tûfan jî anî ziman ku li vê akademiyê wan xwe gihandine cewhera baweriya xwe, Êzîdiyatî baştir nas kirine.Tûfan ev bang kir: “Bang li tevahiya ciwanên Êzîdî yên li gelemperiya cîhanê dikim ku ji bo parastina bawerî û rûmeta xwe tevlî nava refên YBŞ’ê hêza parastina Şengalê bibin.”
ŞARISTAN ASMÎN/ SARA XWÎNDA/ANF/ŞENGAL