
Nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Elî Eşref Derwêşiyan li nexweşxaneya bajarê Kerecê koça dawî kir. Nivîskarê Kurd ê ji bajarê Kirmaşanê, Elî Eşref Derwêşiyan 76 salî bû. Hevsera Elî Eşref, Şanaz Darabiyan bi telefonê agahiyên li ser wefata Derwêşiyan piştrast kirin.
Nivîskar Derwêşiyan Nîsana 2007’an ji ber tansiyona zêde, aliyekî mejiyê wî xwîn çû ser û li nexweşxaneya Ayranmihr a Tehranê hat emeliyatkirin. Derwêşiyan 26’ê Tebaxa 1941’ê li bajarê Kirmaşan hate dinê. Xwendina xwe ya zanîngehê li Tehranê kir. Zêdetirê 30 pirtûkên wî yên bi zimanê Farisî li ser çand û hunera Kurdî hene. Gelek pirtûkên wî ji bo zimanê Kurdî û gelek zimanên din ên cîhanî hatine wergerandin.
ROJNEWS / TEHRAN