Dema mijar dibe dîrok li gorî taybetiya mijarê bê xwesteka mirov be jî hîn pirs ji bo ku em mijarê fam bikin xwe disepînin ku em wan bibersivînin. Ji ber ku mijara vê nivîsê kesayetiyeke dîrokî ye, pirsên li pêşiya me jî  ev in: Baba Tahirê Uryan kî ye? Di kîjan serdem û sedsalan de jiyaye? Dema ku jiyaye desthilatdariyek çawa li ser kar bûye? Ya herî girîng jî fikir û felsefeya Baba Tahirê Uryan çawa hatiye pênasekirin , em dikarin çawa fam bikin?
Li gorî çavkaniyên di destên min de Baba Tahirê Uryan di navbera salên 935 û 1010’an de jiyaye. Çend dîrokên cuda lê belê nêzên vê hene. Ji bilî van dîrokan wiha tê hesibandin û qebûlkirin. Li gorî vê hesabê Baba Tahirê Uryan temenekî dirêj jiyaye û çûye ser dilovaniya xwe.
Baba Tahirê Uryan yek ji pêşengên tesewifê tê qebûlkirin. Îranî wî Fars dihesibînin û wekî sofiyê ewil ê Fars bi nav dikin. Dubeytên wî ji farisî tên vergerandin û gotin
Ji bo me Kurdan Baba Tahirê Uryan hê jî ji aliyê wateyê ve bi awayê ku divê bê zanîn û famkirin nîne.

Di serdema Baba Tahir de desthilatdarî

Di serdema Baba Tahirê Uryan de du navendên esasî yên dewletê hene. Yek jê Ebasî ne, yên din jî Bîzansî. Hem Ebasî, hem jî Bizansî di şerên bi hev re de westiyane û êdî dişibin kalên hilhilî. Ji rewşa tê de ne kêfxweş nebin jî nema dikarin ji rewşa heyî derbikevin. Ji neçariyê qayilê rewşê dibin.
Şerê bi pêşengiya Alpaslan ê ku li Melazgirê bi Bîzansiyan re tê kirin û bi serkeftî bi encam dibe, ji bo em rewşa Ebasiyan û Bizansiyan fam bikin gelek tişt dibêje. Rewşa her du navendên serwer dibe ku mijarekî dibe. Têkiliya rewşê bi mijara me re ev e: Ew lawaziya me balê kişand ser rê li ber valahiyekî vedike. Divê serdema ku em behsa wê dikin de, tê dîtin ku dewleta Lorî tê damezirandin. Ji vê jî em tê derdixin ku herêma baba Tahirê Uryan lê dijî xwedî helwestek e. Di derfetên heyî de, li ser navê xwe dikare hin tiştan bike.
Îro jî ev rastî neguheriye. Di dema qeyran û desthilatdariyan de tê dîtin ku kesayetên dîrokê dinivîsin derdikevin ser dika dîrokê û ji gelan re fikrên nû vedibêjin.

Baba Tahirê Uryan û xwevegotin

Şêweya xwevegotina baba Tahirê Uryan wêje ye û di nava wê de jî beyt in. Helwesta xwe ya li hemberî neheqiyê bi awayekî felsefîk di nava dubeytên xwe de vedibêje.
Baba Tahirê Uryan li ser dostaniyê, li ser edaletê, li ser evînê li ser xizaniya civakê, li ser dil, li ser ‘felekê’ bi kurtasî li ser jiyanê dinivîse. Ji ber vê divê ji her alî ve bibe mijara lêkolînên berfireh. Dema ku tu dubeytên wî dixwînî nêzikatiya baba Tahirê Uryan a li hemberî desthilatdariyê tê dîtin.
“Nizanim ku razên xwe ji kê re bêjim
Ez xem û nalînên xwe ji kê re bêjim
Çi bêjim, ê ku zana ye dibîne
Ez raz û niyazên xwe ji kê re bêjim.”


Baba Tahirê Uryan di vê dubeytê de ji me re dibêje ku razên wî hene. Tişta tê aqilê însan ev e: Gelo çima mirovek pêdivî bi veşartina hin tiştan dibîne? Ger ew kes yekê ‘ji rêzê’ nîn be û kesayeteke xwedî fikir be wê demê li derveyê pergalê hin tiştan dibîne û difikire ku pêdivî bi razê dibîne. Li şûna ku fikrên xwe yên der barê pergalê de biterikîne, ji bêgaviyê wan dike RAZ, ji bo xwe ji xetereyan biparêze. Lewre dibêje:
 “Yê ku razê dilê xwe bêje xelkê
Ew yan dîwane ye yan jî gêj e”


Niha divê em bibersivînin ka ew tişta Baba Tahirê Uryan dike dîwane çi ye?
Di nava civakê de dema ji yekê re dibêjin dîwane ye evîn tê famkirin. Dibe ku bandoreke evînê ya erênî li ser Baba Tahirê Uryan hebe. Lewre di pirê dubeytên xwe de evînê bi dilsotiya xwe ji me re vedibêje. Lê belê ev jî heye. Bi hezaran kes evîndar dibin lê em Baba Tahirek, Mewlanayek, Suhrewerdiyek, Xalacek, tenê dibînin, di dem û cihên cuda de. Divê wê demê em bidin pey şopekedin û li bersiveke din bigerin. Ew jî li gorî ku min fam kiriye xweperwerdekirin û famkirina radeya heqîqetê ye. Jixwe tişta ku Baba Tahirê Uryan dike yek ji pêşengên Tasawifê jî ev e. Baba Tahir wiha dibêje:
“Gger destên min bigihên çerxa felekê
Ez ê gelek tiştan bipirsim ji wê:
Te bo yekê daye sed cure nîmet
Bo yê din nanê ceh, alastî bi xwînê”

 
Ev lêpirsîna Baba Tahirê Uryan e ku hem wî dike dîwane hem jî wî dike xwediyê razê
Di tevî dubeytên wî de em rastê zanebûna wî ya bilind tên. Di vê dubeyta ku me li jor nivîsî de em dibînin ku pergala Aristo ya çerxa gerdûnê girtiye lêpirsînê. Ji lewre Arîsto gerdûnê wekî wesayîteke bêqusûr rave dike û dibêje. Yê wî afirandiyê dehfek lê daye, ew êdî bi xwe digere. Baba Tahirê Uryan dibêje çewt digere
Lêpirsîna çerxa felekê tê wateya muxalefeta desthilatdariyê. Heta em di dubeytên wî de dixwînin û dibînin ku ji bo nebe hêzdarek çerxa felekê ya çewt dibêje:
 “ku dewran jî namerdan re bimîne
Ez ê rûnim ta dewran lê bigere”


Di hin dubeytên xwe de pênaseyên wekî ‘dinyaya rezîl’ , ‘feleka bêdad’ jî dike. Ev jî dide xuyakirin ku pergala desthilatdariyê kûr nas kiriye. Vê têgihîştina wî ya giranbuha bandora xwe li gelek kesan dike û ji dîrokê re wekî mîraseke giranbuha dimîne.
Serboriyeke wî ya ku gihîştiye roja me ya îro heye. Ji bo ku em sekn û bandora Baba Tahirê Uryan baştir fam bikin hêja ye, ji ber vê jî dixwazim bi vê nivîsê bi xwendevanan re parve bikim.
Tugrul Begê Tirk dema ku diçe hemedanê ji gel wiha dipirse: “Pîrên li bajar dijîn kî ne?” dibersivînin û dibêjin “Baba Tahir,  Baba Cafer û Şêx Hemşad e” li ser vê agahiyê Tugrul beg wan vedixwîne û dibêje “Baba Tahirê Uryan! Tu çi ferman bikî ew.” Li ser vê Baba Tahirê Uryan dibêje: “Vê  ayeta Xwedê ya: ‘Xwedê bi edaletê û qenciyê emir dike’ pêk bîne. Tugrul beg dibersivîne û wiha dibêje: “Ez ê wisa bikim.”
Em di dubeytên Baba Tahirê Uryan de helwesta wî ya li hemberî şerê desthilatdariyê jî dibînin. Ji ber sekna wî ya serbixwe xuyaye ku hinek kes wî tewanbar dikin. Baba Tahirê Uryan bi dubeytek xwe bersiva wan dide û dibêje:
 “Ji min re dibêjin tu bê heyecanî
Ez tev heyecan im lê ez şer naxwazim”


Di dubeyteke din de jî em dibînin ku Baba Tahirê Uryan li hemberî sepandina ku li ser xwe hîs dike bi dubeytek wiha vedibêje.
“Nefikire ku bi min bostan xweştir e
Serêm bibe goga meydan xweştir e”


Însan tê derdixe ku sepandina hîs dike, wekî batirsokek li nava bostan şîrove dike û li şûna rewşeke wisa dibêje “serêm bibe goga meydan” çêtir e.
Baba Tahir serhildêr e. Em vê serhilderiya wî ji dubeytên wî bixwînin:
“Ez ew bazê spî yê Hemedanî
Min li ser çiyê hêlîn heye nihênî
Bi baskên xwe difirim li ser çiyan
Ez bi çengê xwe dikim nêçîrvanî”


Ev dubeyt ne tenê helwesteke ramanî û hest in. Serborî û jiyanaB Tahirê Uryan jî didin xuyakirin. Ji lewre em jî dubeyta wî ya “balîfa min kevir, doşeka min zemîn e” derdixin ku ew kesayeteke serbixwe û azad e. Gazincên wî ne ji balîfa kevir, ne jî ji doşeka ji zemîn hene. Carna jî mûma li ber serê wî bi tenê dike gazin.
Baba Tahirê Uryan kesekî zana, hestiyar, dilnizm û nefbiçûk e. Wekî helbesta ku em herî zêde jê hez dikin û bi lêv dikin, wekî laleyê rengîniya di jiyana me de ye. Bes em bala xwe bidinê  û ji deryaya dubeytên ku me vedixwînin avjeniyê netirsin...

DAVUT AVCI /
Girtîgeha Tîpa-E ya YOZGATÊ