Sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li hember jin û zarokan li Ezaz, Cerablus, Bab û Efrînê ku dagirkirî ne, pir zêde bûne. Li taxa Sîco ya Ezazê ku çeteyan dagir kiriye, pêr pitikek di nav çopê de hate dîtin. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku serçeteyê koma bi navê Asîfal Şîmal Elî Sîco dest avêtiye zaroka 15 salî. Ji vê destavêtinê zarokek welidî û çeteyan ev pitik avêtin çopê. Der barê çarenûsa keça mexdûra destavêtinê de jî tu agahî tune ye.
Dijminê jin û zarokan e
Li Cerablusê jî demek berê çeteyan jinek li kolanê qetl kiribû. Dîsa 4 roj berê li Ezazê cenazeyê jinekê hat dîtin û hat tespîtkirin ku dest avêtine jinikê. Li gorî daneyên Meclisa Jinan a Sûriyê li Efrînê ji 18’ê Adara 2018’an ve nêzî hezar jin û zarokên keç ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.
ANHA/EZAZ