Komkujiya 28'ê Kanûnê li gundê Roboskiya navça Qilabana Şirnexê bi balefirên şer ên artêşa tirk pêk hatî û 35 kesan jiyana xwe jidest dayî di dilê mirovan de birîneke kûr vekir. Di temenê biçûk de qetilkirina 35 mirovên sivîl trajediya li herêmê tê jiyîn jî careke din raxist li ber çavan. Careke din aşkera bû ku zarokên li herêmê ji ber şert û mercên dijîn neçarin ku zû bipijin. Nemaze zarokên li ser sînor dijîn di temenê xwe yê biçûk de bi qaçaxvaniyê debaara mala xwe dikin. Zarokên Roboskî jî di şeva 28'ê kanûnê de dema ku ji bo lêçûnên xwe yên dibistanê pêk bînin çûn herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê balefirên şer ên artêşa tirk ve hatin bombebarankirin û bedenên wan hat parçe parçekirin.

Ev salek bû bazirganî dikirin
Şahidên bûyerê dema ku diçin herêma hatine bombebarankirin û cenazên Adem Ant (18), Yuksel Urek (17), Mehmet Encu (15), Serhat Encu (17), Şivan Encu (14), Erkan Encu (13) û Seyit Enç (22) ji bin lat û keviran derdixînin destên wan di nav hev de dibînin. Adem Antê 19 salî û Yuksel Urek'ê 17 salî ev salek bû bi hev re li ser sînor bazirganî dikirin. Antê ku li Şirnexê dijiya ji bo bazirganiya ser sînor bike dem bi dem dihat mala meta xwe ya li gundê Bêjê. Ant û kurmeta wî Urek heman çarenûs parve kirin.

'Hemû cîhanê daweta birayê min temaşe kir'

Xuşka Adem Ant Narîn Ant diyar kir ku birayê wê dezgirtî bû daweta birayê xwe jî li goristanê kirine. Ant got; "Li herêmê feqîrî zêde ye. Heke derfetên karên din hebûna birayê min ji bo qaçaxvaniyê bike nediçû Herêma Federal a Kurdistanê. Ma sûçê birayê min çiye? Ew li pey heqê nanê xwe bû. Di wê bûyerê de zarokeke 13 salî hat kuştin. Birayê min dezgirtî bû. Min nekarî ez daweta wî bikim. Lê doh herkes hat daweta wî. Hemû cîhanê daweta birayê min temaşe kir. Hevalê birayê min ê herî nêz kurmeta min bi Yuksel Urek re bi salan heman sifre, heman ode parve kirin. Niha jî her du di heman gorê de dirazên." Dayîka Ant Naîme Ant jî wiha axivî: "Kurê min ji bo lêçûnên daweta xwe pêk bîne çû Iraqê. Di meha adarê de dê daweta wî çêbibûya. Lê zaliman ewladê min qetil kir. Ji derveyî qaçaxvaniyê tu riyên din ên kurê min bike tune bûn. Ji ber ku tu derfetên din nîn in."

'Di bin hespên xwe de xwe veşartine'

Ji şahidên bûyerê yê destpêkê çûyî cihê bûyerê Teyfîk Encu jî diyar kir ku ew yek ji şahidên bûyer bi çavên xwe dîtiye û diyar kir ku di saet 10:00'an de em ji bûyerê haydar bûn. Encu wiha axivî: "Dema ku em gihîştin cihê bûyerê dîmenên ku me dîtin tam wehşetek bû. Parçeyên mirov û sewalan tevlîhev bibûn. Li ser berfê madeyek reş hebû. Bêhna ku me girtî serê me zivirand. Me lê nêrî hemû ciwanên me yên 15 û 20 salî bûn. Hemû xwendevan û feqîr bûn. Salên demdirêj in em qaçaxvaniyê dikin. Heta roja îro dewletê jî ji vê yekê re çavên xwe girtin û destûra vê yekê didan me." Encu destnîşan kir ku heta niha rastî bûyereke bi vî rengî nehatine û wehşeta dîtî bi nav gotinan vegot: "Lîstokek mezin anîn serê me. Wekî ku leşkeran em xapandibin çêbû. Leşker çûne ser sînor û gulle li ciwanan reşandine. Ciwan paşve vegeriyan e. Ji ber ku di komê de keseke zane jî tune bûye, tirsiyan e û nezanîne ka dê çi bikin. Li şûna ku her yekî wan bireve û biçe aliyekê, hemûyan destên hev girtiye û xwe di bin hêstirên xwe de veşartine. Dema ku ez çûm cihê bûyerê, min seriyê zarokan ê parçebûyî dîtin. Min bixwe 7 kes ji bin axê derxist. Adem Ant, Yuksel Urek, Mehmet Encu, Serhat Encu, Şivan Encu, Erkan Encu û Seyit Enç beriya ku bimirin destên hev girtine. Ji xwe wisa jî ji bin erdê hatin derxistin. Komkujiya pêk hatiye li tu deverê cîhanê nehatiye dîtin. Îsraîl jî li hemberî Fîlîstinê komkujiyeke bi vî rengî pêk neanî ye. Êdî bes e. Bila gelê Kurd derewên tu kesî guhdar neke. Bila êşeke bi vî rengî careke din neyê jiyîn û kesek rondikan nebarîne."

DÎHA/ŞIRNEX  




Ji saziyên Başûr nerazîbûn


Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK), Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistana Federal, Enstutiya Kurdistan a ji bo Mafên Mirov (KIHR) û Hîzba Zehemetkêşên Serbixwe ya Kurdistanê (HZSK) tevkujiya Artêşa Tirk şermezar kirin û xwestin bersûc werin darizandin.
Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê komkujiya ku li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û 35 kesên sivîl têde jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Tirk kir ku lêpirsînê der barê bûyerê de bide destpêkirin.
Di daxuyaniya YNK’ê de ji bo malbatên qûrbaniyan sersaxî hate xwestin.  YNK’ê di daxuyaniya dayî de got; “Bi xembariyeki giran, em agahdarî şehîdbûna çend Kurdên sivîl li Tirkiyeyê bûn û dîmenên ku di rojname û televiziyonan de belav bûn cihê şermezarkirinê ye.”
YNK’ê got; “Êrişa hewayî û karesata lê ketî, diselmîne ku heta dengê şer dengê zal be, bûyerên wiha wê berdewam be û wê birînan kûrtir bike, ji bo wê yekê jî, Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê careke din radigehîne ku tenê rêya nehîştina bûyer û karesatên bi vî rengî, rêya çareserkirina kêşeya Kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aşîtî û demokrasî û şarestaniyetê ye."

KIHR’ê komkujî şermezar kir
Enstutiya Kurdistan a ji bo Mafên Mirov (KIHR), bi daxuyanîyek nivîskî komkojîya li qilabanê şermezar kir.
 Enstutiya Kurdistan ji bo Mafên Mirov (KIHR) bi daxuyanîyek nivîskî komkojîya li qilabanê bi tudî şermezar kir. Di daxuyanîya KIHR’ê de ev peyv hatin bi karanîn: “Mixabin dewleta Tirk disan bi firokeyên xwe êrîşî Kurdên sivîl kir di encam de 35 welatiyan jiya xwe ji dest dan. Em bi her şêweyî li dijî van kiryarên Tirkiyêne û em şermezar û riswa dikin.” KIHR'ê di daxuyanîyê de serxazi ji kesên hatin qetilkirin re xwest û wiha got: "Em ji navendên biryardanê yên navnetewî dixwazin ku helwestek li himber Tirkiyê bigrin û sinorek li himber dewleta Tirk bê danin ku bes li himber gelê Kurd van qetliaman bide meşandin.

'Divê hêzên navnetewî  bêdeng nemînin'

Yeketiya Zanayên Kurdistanê bi buneya şermezarkirina komkojiya li gundê Raboskê peyamek bi niviskî weşand û di peyama xwe da diyarkrin ku kumkojiyekî ne mirovenye û di encamê de ji 35 kesên bê guneh jiyana xwe ji dest dane. Di daxwîyaniyê de wiha hate gotin: “Di encama vê komkuiyê de ezmunên dagirkerên Kurdistanê dubere buye. Di encam de ji xemgîniyek gelek mezin li pey xwe hiştîne. Ev buyer dijî hemu prensibên olî û mirovane ne. Em weke Yektiya Zanayên Îslamiya Kurdistanê daxwaz dikîn ku hemu rêxistinên Mafên Mirov bêdeng nebîn û dengê xwe li jimber vê zilmê bilind bikin û helwesta diyar bikin . Di vê Kurd ji dinava xwe de aştiyê pêkbîne û yeketiya xwe xurt bikin û peyama aştî û biratiyê bilind bikin.” 

HZSK: Dewleta Tirkiyeyê komkujî pêk anî
Hîzba Zehemetkêşên Serbixwe ya Kurdiatê (HZSK) bi daxwîniyek fermî ku kopyek wî gehiştiye DÎHA’yê kuştin şermezar kir. ‘HZSK’ê diyar kir ku dewleta Tirkiye yê li hemberî karkerên Şirnexê qetiyam pêk aniye. Serokê ‘HZSK’ê Qadir Azîz jî got: “Balefirên rijêma Tirkiye yê li dijî îşçiyên Kurd li navçeya Qilebanê ya Şirnexê Qetliyam pêk aniye. Zêdetirî 40 hewlatî qetil, birîndar kiriye û laşê gelek kesan jî hêj jî windane." HZSK’ê ser saxî ji bo malbatê kuştiyan kir û êrişa Tirkiye yê şermezar kir.

 

SILÊMANÎ/HEWLÊR