Çavdêr û çalakvanên siyasî yên li bajarokê Teqteqê diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê rewa bike, serdana Tirkiyeyê kiriye û bang li PDK´ê kirin ku dev ji kuştina Kurdan û xiyanetê berde. 

Çavdêrên siyasî  û çalakvanên siyasî yên bajarokê Teqteqê yê ser bi Hewlêrê, têkildarî êrîşên dewlata Tirk ên di 25'ê Nîsanê de birin ser Şengal û Rojava, herwiha serdana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ya piştî êrîşa ku tê de 5 pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest da, ji ajansa me re axivîn.

Çavdêrê siyasî Ferhad Semed li ser mijarê got; "Beriya her tiştî ez helwêsta PDK'ê şermezar dikim. Mafê wan nîne ku bi navê xelkê Herêma Kurdistanê daxuyaniyan bidin. Mafê wan nîne kengî bixwazin xiyanetê li vî gelî û vê xakê bikin. We rewatiya xwe ya di parlemenê de ji dest daye. Hûn çawa dikarin balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rakin û xaka Başûrê Kurdistanê bidin bombebarankirin?”

Semed diyar kir ku divê civak hestyar tevbigere û bikare dest werde karê partiyan û got: “Dest ji partiyan berdin û dakevin meydanan.“


 'PDK'ê Şengal radestî DAIŞ'ê kir'

Ferhad Semed di dewamê de rexne li siyaseta PDK’ê ya Şengalê girtin û got, "Divê gel ji PDK’ê re bibêje, na û jê re bibêje tu nikarî xiyanetê bikî û li ser xaka şehîdan piştgiriya dijmin bikî. Helbet pêwîst e ku em alîkariya welatiyên Êzîdî bikin. Heya niha çend caran bûne mexdûrên komkujjiyan. Destpêkê PDK'ê Şengal radestî DAIŞ'ê kir. PKK'ê jî Şengal ji DAIŞ'ê rizgar kir. Lê dubare dixwaze bi rêya Tirkiyeyê Şengalê dagir bike. Serdana herî dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê ji bo wê yekê ye ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê rewa bike."

 

'Êrişa Tirkiyeyê bi alîakeriya PDK´ê pêk hat'

Berpirsê Tevgera  Goran yê Teqteqê, Pêşrewe Babe Şêx jî wiha axivî; "Tirkiyeyê di dilê Herêma Kurdistanê de êrişî xakeke hîn birîna wê nekewiyayê kir. Êriş bi alîkariya partiyeke siyasî ya Başûrê Kurdistanê pêk hat ku di vê demê de qaşo behsa dewleta Kurdî û referandûma serxwebûnê dike. Behsa dewleta Kurdî dike lê li aliyê din jî dijminên Kurdan tîne û li ser vê xakê êrişî welatî, gerîla, pêşmerge û şervanên Kurd dike.”

  

'Êrîş bi hevkarî pêk tên'

Babe Şêx herî dawî got, "Êrişên li dijî Şengalê yên Tirkiyeyê, bi çavlêgirtina PDK'ê çêbûn. Ji ber ku piştî êrişê rasterast Serokwezîrê Hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir. Ev jî nîşan dide ku êriş bi hevkarî pêk tên."


 'Em daxwazê ji PDK'ê dikin ku dest ji kuştina Kurdan berde'

Çalakvanê siyasî Amir Çavşîn jî rexne li siyaseta PDK’ê girtin û got; “Êrişên li dijî Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi planên partiyeke siyasî ya Başûrê Kurdistanê bi rê ve çûne. Ji ber ku hinek çavkanî didin diyarkirin ku beriya êrişê bi 2 seatan şebekeyên telefonê li Şengalê hatine birrîn. Ev jî eşkere dike ku partiyeke Kurdan di nava vê pîlanê de cih girtiye. Ji ber vê yekê em daxwazê ji hemû gelê Kurd dikin ku li hemberî êrîşên li dijî Şengal, Rojava û şehîdkirina pêşmerge û şervanan bêdeng nemîne. Her wiha daxwazê ji PDK'ê dikin ku dest ji kuştina Kurdan û xiyanetê berde."



SORAN MIHEMED/ROJNEWS / TEQTEQ