Kurdan li bajarên mezi û paytextên Ewrûpayê yên weke Berlîn, Bruksel, Deng Haag û Helsînkiyê bi çalakiyan êrîşên AKP’ê yên li hemberî HDP’ê bi dirûşma “dest nede vîna min” şermezar kir.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîkayê Brukselê, pêr piştî nîvrojê, saet di 14:00´an de li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de qederê 200 kesî amade bûn û pankarta li ser nivîsandî “dest nede vîna min” hat hilgirtin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê Mûstafa Kûmral li çalakiyê axivî û diyar kir ku ew jî tevî hêzên demokratîk ên li Ewropayê tevlî berxwedana li dijî zalimiya li Kurdistanê dibin. Dirûşmên “Em hemû HDP’yî ne”, “Faşîst Erdogan”, “Kujer Erdogan” û “Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan” mohra xwe li çalakiyê dan.

DEN HAAG: Li bajarê Hollanda Den Haagê, zêdeyî 200 kesî li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk civiyan û çalakiya “dest nede vîna min” li dar xist. Nûnerên saziya Hollandî ya bi navê Rode Morgen jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin. Girseyê paşê çelenga reş danî ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk.

HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê gelek Kurdistanî û dostên wan ji ber Dêra Spî heta Konsolosxaneya Tirk bi gotina slogana “dest nede vîna min” meşiyan. Çalakgeran hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk şermezar kir û got, “HDP vîna me ye, dest nede vîna me”.

BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî bi dirûşma “dest nede deng û vîna min a li meclîsê” li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng li ser banga Hewldana Berlînê ya HDK-E bi beşdariya gelek kesan pêk hat. 

D axaftina li ser navê hewldanê de hat gotin, di serî de gelê Kurd hemû beşên civakê yên bi HDP’ê tên temsîlkirin, hewl tê dayîn ji parlamentê werin avêtin.

Qisekeran got, “Em dîkta yek şexsî, şer, mirin, kîn û nefretê naxwazin. Em pirrengî, demokrasî û aştiyê dixwazin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN






Nebin amûrê avêtina HDP´yiyan


Li Tirkiyeyê bi serkêşiya Serokkomarê Tirk R.T. Erdogan qirkirina siyasî di asta herî jor de tê birêvebirin. Di nava vê hefteyê de li ser mafê destnedanê yê parlemanterên HDP´ê wê minaqeşe were kirin û biryar were dayîn. Alaqedarî mijarê endamên Parlamena Ewrûpayê (PE) bangewazî li parlemanterên Tirkiyeyê kir da ku nebin amûrê avêtina HDP’iyan ji parlamentoyê.

Ji welatên cuda yên Ewrûpayê 67 parlamenterên PE´yê  bang li Meclîsa Tirkiyeyê kir da ku nebe amûrê hewldana rakirina mafê destnedayîna parlamenterên HDP’ê û weha hişyar kir “Ev hewldan dê Tirkiyeyê ji YE’yê dûr bixe û şer dijwartir bike”. 
Metna bangê bi sernavê  “Bêdengkirina muxalefetê riya çareserkirina pirsgirêkan nîne” hat weşandin û mohra Katî Pîrî û gelek parlemanterên ji komên cihê heye. 
Di daxuyaniyê de hat gotin ev pêşnûmeya betalkirina mafê destnedanê bi awayekjî eşkere HDP´ê dike hedef û hat gotin hûn nikarin  parlamenterên hilbijartî ji Meclîsê bikin der.


BRUKSEL