Dewleta Tirk qayûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Nerazîbûn û fikarên li dijî dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Endamê Peywendiyên Giştî yê YNK’ê Azad Cula û Endamê Kogreya Netewî ya Kurdistanê Feryad Hîranî li ser mijarê peyivîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Siyaseta Erdogan bû sedema şer
Endamê Peywendiyên Giştî yê YNK’ê Azad Cula diyar kir ku ev siyaseta Erdogan berovajî pîvanên demokrasî, fikra azad û dengê gel e, û got; “Pêwîst e ku ev kar were mehkûmkirin. Erdogan bi dijminahiya gelê Kurd xizmetê ji dewleta xwe bi xwe re jî nake. Siyaseta dewleta Tirk dema borî de jî ziyan da pêvajoya demokrasiyê û bû sedema şer.”
Têkoşîna gel wê bi ser keve
Endamê KNK’ê Feryad Hîranî jî got: ”Erdogan hem li ser asta navnetewî hem jî li ser asta herêmî ketiye nava rewşeke aloz. Ji bo binkeftina xwe veşêre van êrişan dike û dixwaze pirsgirêka navxwe ya Tirkiyê derxe derveyî welat. Erdogan bi vê siyaseta xwe ya xelet, xwe xistiye nava lîstikeke tirsnak û baş dizane ku wê gelê Kurd di têkoşîna xwe de biser bikeve.”
ROJNEWS/HEWLÊR