Mehmet Alî Kayan (32) ku di sala 2015’an de bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hate girtin û 11 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn got, êşkence li wan hatiye kirin.
Kayan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1’ê ya Afyonkarahîsarê kir.
Kayan beriya 10 rojan ji Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê sirgûnî Tîpa T hate kirin. Kayan got, li girtîgehê lêgerîna bi rengê tazîkirî û sermijartina li ser piyan li wan tê ferzkirin. Televîzyon, radyo û rojnameyê nadin girtiyan û gardiyan bi gotina ‘Li vê derê hukmê me heye’ gef li wan xwarine. Girtiyên nexweş dernaxin revîreyê û ji ber ku ew li ber vê yekê rabûn gardiyanan avêtine ser koxûşan û li wan dane. Ji ber vê êrişê destên wî û lingên hin hevalên wî şikestin, her wiha hin girtî jî xistine feleqeyê û ji ber lêdanê lingê wan werimîne.
Bavê Kayan, Mahmût Kayan (61) got, “Zarokên me bikujin wê haya me jê çênebe” û bang li raya giştî kir ku bala xwe bide ser mijarê.
MA/MÊRDÎN