Yakup Meşe çîroka destan û stranê kir pirtûk û nivîsandina çîrokê vegot. Meşe, diyar kir ku li gund Apê Misto yê bi navê kod (Kindo) ê ku çîrok vedigotin hebû û ev kes ji komkujiya Zîlanê reviya û hatiye gundê wan û wiha got: "Di sala 1993'an de ji ber birayê min nexweş ket min dest ji xwendinê hişt û min dest bi şivantiyê kir. Min dema şivantî dikir min Apê Misto (Kindo) nas kir. Her tim ji min re çîrokên Kurdî vedigotin û min jî ew çîrok jiber kirin. Her roj beşek çîrokê ji min re vedigot û roj din dixwast ez bêjim ka min ji ber kir an na. Rojekê çîroka xizmên xwe ya Evdo Beg û Aliyê Xarzî vegot. Dema çîrok got hestiyar bû û dest bi giriyê kir. Rojekê çîroka qehremanên Çemê Çetelê Avdo Beg û Aliyê Xarzî vegot. Ji min re got, 'Tu zarokekî bi aqilî. Ev çîrok gelek girîng e. Vê ji ber bike bila di hişên te de be. Da ku tu jî rojekê vebêjî. Bila ev çîrok neyê jibîrkirin û winda nebe' 2 salan min çîrok jî wî guhdar kirin û ji ber kirin." Meşe, anî ziman ku ev daxwaz ji bo wî peywirek dît.

Piştî derdorê xwest çîrok nivîsî

Meşe, da zanîn ku Apê Misto yê ku di sala 1985'an koçberî Manîsayê bû 2 sal şunda 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Pişt re çîrokên min ji wî girtin û ji ber kirin ji heval, gund û malbata xwe re gotin. Dema min çîrok vedigotin kesên guhdar dikirin dixwastin careke din ez vebêjim. Kesên derdora min xwestin ez van çîrokan binivîsim. Min jî hem daxwaza Apê Misto ya 'bila çîrok winda nebin û neyên jibîrkirin' û hem jî dewlemendiya wêjeya Kurdî nîşan bidim biryara nivîsandina van çîrokan kir."
Meşe, da zanîn ku li çihên çîrok lê derbas bûyîn herî kêm 3 caran li wir geriya û bi kesên wir re têkildarî çîrokan de hevdîtin kirin û wiha pê de çû: "Min ji ber pirsgirêkên aborî dest ji bi dibistanê berda û ji ber vê yekê min pirsgirêkên nivîsandinê jiyîn. Min 5 salan ev çîrok nivîsandin. Sedema min a ku min ew qas demek dirêj nivîsand meraqa navên qehremanên di çîrokan de derbas dibû û cihên wan bû. Ji Bazîdê heya Erziromê ez li cihên bûyer lê hatin jiyîn geriyam û min ew der dîtin û ez bi mirovên wir re axivîm. Min di pirtûka xwe de we çîrok hîs kirin û nivîsand." Meşe, bilêv kir ku di sala 2008'an de dest bi nîvîsandina pirtûkê kir û di sala 2013'an de xilas kir û lê ligel pirtûk şand gelek weşanxaneyan bersiva neyînî girt. Meşe, destnîşan kir ku piştî lêgerîna salekê pirtûk ji aliyê "Weşanê j&j" ve hate çapkirin.


ÎBRAHÎM COŞKUN/DÎHA/MANÎSA