Çeteyên DAIŞ´ê piştî berxwedaneke 133 rojan ji Kobanê hatibûn derxistin, ji xwe beriya wê, li Şingalê hêzên Kurdan pêşî li komkujiyê girtibûn; ji Tebaxa 2014´an heta serê meha Gulanê di kîjan bereyê de bi Kurdan re şer kirin, li wir şikestin. Lewma şerê vê herêmê wê şerekî dîrokî bûya, wê çarenûsa herêmê diyar bikira.
Piştî şerê pirr dijwar ê 15 rojan Çiyayê Kizwanan gihişt miradê xwe. Dara Miradan a li serê Çiyayê Kizwanan dîsa bi reng û xemla dîrokî hat xemilandin. Û ji wê rojê ve nobetdarên azadiyê agirên serê çiya geş dikin.
Sînan CÛDÎ
Di hemû ol û baweriyan de; mîtolojî ango di destanên xuluqandinan de pîrozbûn bi bilindbûnê ve hatiyê pênasekirin. Azadî, bihûşt, xweda û xwedawendan tim li asîmanan peyda bûn. Şînbûna asîman lewma bû nîşaneya aso, hêvî û rizgariyê.
Her kî li nêzî asîmanan ba ewê pîroz ba. Roj, hêyv, stêrk û gerestêrka; ba, baran, brûsk, berf û bahozan tim bûn nîşaneya ezameta mirov, gel, civak ango fikran.
Dem û dewran guherî û ev hiş ji xwe re du fikrên esasî ava kir. Her çiqas dijberî hev bana jî her duyan jî bilindahî ji bo xwe kir armanc. Yekî ji bo şûştina mêjiyan û meşrûkirina desthilatdariyê, yê din ji bo li hemberî wî têbikoşê lûtke ji xwe re kirin welat. Yekî ji bo bindestkirin, yekî ji bo rizgarkirin li heman cihan bîryargeh danî.
Lewma her kî ji xwe re hêz geriya xwe bi bilindahiyan ve girt. Her kî serê wî ket belayê ji bilindahiyan eman geriya.
Ma ne Nebî Nûh ji bo jiyana nû xwe li Cûdî girt.
Hêvî û baweriya hemû mirovên bawermend tebeqa 7´an a bihûştê ye, zanistên hemdem jîngeha nû li fezayê digere.
Hemû xweda û xwedawendên pîroz taxtên xwe li Çiyayên Kurdistanê datînin.
Lewma Kurdan jî ji Zerdeşt heta Kawayê Hesinkar, ji Selahadînê Eyûbî heta Şervanên Azadiyê tim xwe diavêjin hembeza çiya.
Çiya dibe pêsîr, palpişt, hêlîn; dibe av û xwarin; dibe azadî û rûmet. Çiyayê Kizwanan jî yek ji wan çiyayan bû.
Çiyayê Kizwanan
Cewiyê Şingalê ye Kezwan. Her du jî sewî ma ne di nivî deştê de. Ji çiyayên Toros û Zaxrosan qut ma ne. Wekî nobedarên di nivê deştê de, wekî rawestgehên dawî yê Kurdistanê ne. Derî ne, sînor in, nîşane ne. Wekî du milên ji bedenekê ne. Yek jê ber bi rojava ve dixwaze xwe bigihîne Dicle, yek jê ber bi rojhilat ve dixwaze xwe bigihîne Firat. Wekî du keleh û sûrên parastinê ne.
Çiyayê Kizwanan ango bi navê xwe yê din Çiyayê Evdilezîz ji çanda Girê (Til) Xelef a 6 hezar sal Beriya Mîladê ve cih û warên Kurdan e. Geh ji bo parastina çanda Kurdî geh ji bo parastina Îslamê geh ji bo parastina eşîran wekî stargeh hat bikaranîn. Û heta niha jî di parastina Rojavayê Kurdistanê de cihekî stratejîk e. Lewma bi qasî ji bo Kurdan ji bo dijminên Kurdan jî girîng bû.
Sala 2014´an, dema DAIŞ´ê çav berda herêmên Kurdan, biryargehên xwe li vî çiyayê danî. 3 baregehên herî mezin a DAIŞ´ê ya li Sûrî, li vê herêmê bû. Cihê perwerdekirin, navenda tenduristî û biryargeha operasyonan a DAIŞ´iyan li quntarê çiyê bû. Mexlûca ya ku di quntara bakur a çiyê de bû ji ber daristanên mezin, stargeheke guncaw bû. Çiya, 35 kîlometroyan li başûrûrojavayê Hesekê ye û ber bi rojhilat ve tevî rêzeçiyayên xwe heta ber bi Eyn Îsa ve jî diçe.
Çem û geliyê Xabûrê ji Til Xelef ber bi başûr ve heta serê rojhilat a çiya dirêj dibe. Li derdora vî çemî gundên gelê Asûrî û Sûryaniyan heye. Piştî serketina Kobanê, dema şervanên YPG û YPJ´ê, di zivistana 2015´an de berê xwe dan yek ji biryargeha herî girîng a DAIŞ´iyan a li Til Hemisê; çeteyên li Kizwanan van gundan kirin hedef û 23´ê Sibatê de heta Til Temirê hemû herêmên li rojhilatê çem xistin di bin dagirkeriyê xwe de. Bi vî awayî ji gundên Mebrûka, Dehma û Rawya yên li ser sînorê bakur in, heta bajara Heseke hemû herêm ket bin serweriya DAIŞ´iyan.
Ji sînor heta Til Temirê, mintiqa gelê Ereb, ji Til Temir heta Hasekê zêdetir herêmên Asûrî-Sûryaniyan, li derdora çiya û rojavayê çemê Xaburê jî mintiqa Kurdan bû. Gotin di cih de be hemû gelên herêmê xwe li van erdên bi bereket û kevnar girtibûn. Lewma DAIŞ´iyan ihtîmameke mezin didan vê herêmê. Li gorî wan, serketina di vî warî de wê bibûya serketina sîstema DAIŞ´ê. Li ser rengîniya herêmê wê ala reş û tarî serwer bibûya.
Çanda Gelan bi ser dikeve
Lê belê gelên herêmê ji zû ve li hember yekrengîbûnê li ber xwe didan. Di nava pirçandî û pirzimanîbûnê de, li gorî rêûresma gelên xwe jiyane. Ne zilma Osmaniyan, ne zilma Baesiyan erê nekirin û tim di nava hevgirtinê de bûn. Lewma piştî Şoreşa Rojava, dilsoziya xwe bi armancên rêveberiya xweser re raber kirin.
Ev êriş di heman demê de tolstandineke li hember vê helwêstê bû jî.
DAIŞ´iyan amadekariyên xwe temam kiribûn da ku derbasî rojhilatê çêm bin, ji başûr, rojhilat û rojava ve êrişî Hesekê dikirin. Ber bi Serêkaniyê ve rojane êriş hebûn.
Di rojên qedere de bûn, an wê ala reş an wê ala zer li ser serê vê herêmê hatiba hildan.
Çeteyên DAIŞ´ê piştî berxwedaneke 133 rojan ji Kobanê hatibûn derxistin, li Til Hemisê derbeke giran a dîrokî xwaribûn, ji xwe beriya wê, li Şingalê hêzên Kurdan pêşî li komkujiyê girtibûn; ji Tebaxa 2014´an heta serê meha Gulanê di kîjan bereyê de bi Kurdan re şer kirin, li wir şikestin. Lewma şerê vê herêmê wê şerekî dîrokî bûya, wê çarenûsa herêmê diyar bikira.
Şervanan jî xwe li gorî vê amade dikir; li gorî çanda dîrokî tevdigeriyan. Ew bi erkên dîrokî radibûn.
Lewma Hemleya Rizgarkirina Çiyayê Kizwanan di rojeke dîrokî de hat ragihandin; 6´ê Gulanê.
6’ê Gulanê çi qewimîbû?
Rewşenbîrên Ereb ku nûnertiya Erebên di bin serweriya Osmaniyan da dikirin, xwe bi navê Hizbu’l-Lamerkeziyye el-Îdariyye el-Osmanî rêxistin kiribûn; armanca wan jî ji bo hemû gelên herêmê avakirina rêveberiyên xweser bû. Yek je damezrînerê vê rêxistinê, Îskender Ammun di axaftineke xwe de armancên xwe bi vî awayî bi lêv dikirin; ”Çi alî ango kom; Ereb, Tirk, Kurd, Ermenî ango Misilman, Mesihî, Cihû, Durzî ji ber nijad û ola xwe, xwe di bin zextê aliyekî din de nebîne. Çi alî ango kom mafê yên din nedize û wan bê maf nehelê.”
Ev daxwaza demokratîk ji aliyê nijadperêstên hov ên Îttîhad û Teraqqiyê hat redkirin û 21 pêşengên Ereb di 6´ê Gulanê de ji aliyê Cemal Paşa ve li Şam û Beyrûdê hatin dardakirin. 6’ê Gulanê bû Roja Şehîdan. 6’ê Gulana 1972’an de şoreşgerên Tirk Denîz Gezmîş û hevalên wî hatin dardakirin û 6’ê Gulana 1996’an de jî li hember Rêber Apo êrişeke bombebarkirî hat rêxistinkirin.
Madem DAIŞ´ê yekrengî ferz dikin, wê çaxe divê helwêst jî pirrrengî be. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêkhateyên herêmê hemûyan e. Wan dîrok rast xwend û dîroka gelan digihîne hev jî kirin esas.
Piştî şerê pirr dijwar ê 15 rojan Çiyayê Kizwanan gihişt miradê xwe. Dara Miradan a li serê Çiyayê Kizwanan dîsa bi reng û xemla dîrokî hat xemilandin. Û ji wê rojê ve nobetdarên azadiyê agirên serê çiya geş dikin.