Tecrida li dijî Birêz Abdullah Ocalan, ber bi 12 mehan diçe. 14’ê Temmuzê jî Kurd wê li Amedê dibin slogana “Ji bo Ocalan azadî” kom bibin û mitingekê lidarbixin. Pêwist e her Kurd, di  mitinga dîrokî de cihê xwe bigire.

***
14’ê Temmuzê navê destanekî ye û biqasî destanê Troya navdar e.
Di paşerojên mirovahiyê de, wê wek qanaxeke dîrokî ya sedsala bîstan û bîstûyekê, di dîrok û ansiklopediyan de cih bigire û di dersên dîrokî de, di anfiyên zanîngehan de werê nîqaş kirin.
14’ê Temmuzê li dijî zihniyeta îttîhadî destpêka berxwedanê ye û pêxistina agirê Kawa li dijî Dehaqên hemdemî ye. Zihniyeta îttîhadî ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bûye bingeha nijadperestiya faşîzan. Ev faşîzm bûye xeleka fetisandin û dardekirina gelê Kurd û gelên din teva.    Lewma destpêka şerê li dijî kelih û bircikên vê zihniyeta “yek-yekan” giring e, dîrokî ye û destpêka destanekî nû û hemdemî ye.  Zihniyeta îttîhadî, nirx û pîroziyên mirovahiyê red dike, talan dike, qêran dike. Bi vê sedemê  14’ê Temmuzê navê destanekî nû û hemdemî ye.
Her destan, bi rengên taybet têne hunandin û aliyê xwe yê civakî, aborî, cografî û huquqî hene. Gerdûnî ne… 14’ê Temmuzê jî, di van aliyan de xwedî nirxên pîroz e û roleke gerdûnî dilîze. Bi vê mebestê em dikarin pirsa “destpêka felsefê” di bûyera 14’ê Temmuzê de bînin ziman… Çima ev buyer pêk hat? Gotina “çima” bersiva tevger û guhertina bûyerê ye. Çima; ji ber ku bûyera 14’ê Temmuzê xwedî giraniyek tevger û guhertinî ye. Bandora wê jî, mina şerê Qerteca û Truwa bandor li herêmê teva kir.
14’ê Temmuzê xwedî aliyekî mistîk jî heye. Promethuse bi agir ve girêdayî ye, Kawa bi agir ve girêdayî ye. 14’ê Temmuzê jî bi agir ve girêdayî ye.
Agir guhertin e û şoreşa herî mezin ya mirovahiyê ye.
Agir bingeha qanuna diyalektîkê ye û bi mirovahiyê re dijî.
Diyalektîk, li dijî metafîzîkê rastî ye. Rastiya civaka Kurd jî 14’ê Temmuzê ye.  Dagirkerî û zihniyeta îttîhadî  jî bi erênî-neyînî navê vê diyalektîkê ye. Çalekiya 14’ê Temmuzê jî sirr û razên li pişta neynikê û di nava fulyonê de veşartî eşkere kir. Xeta navbera zilm û zordetsiyê, dagirkerî û azadiyê, xeta navbera jiyan û berxwedanê, xeta di navbera demokrasî û faşîzmê, di navbera reş û spî de eşkere kir.  
Di qonaxa îro de, 14’ê Temmuzê  bi zelalî û di wateya xwe ya diyalektîkî  de  hatiye zanîn,  hatiye dîtin û fêmkirin. Çima; ji ber ku darmêwe, kulîlk mezin bû û mêwe dide. 14’ê Temmuzê bû, çavkaniya çemê dîrokê û di vê herka çemê dîrokî de, pêşketin û guhertineke civakî derkete holê.
Mixabin hîna romana vê bûyera destanî ne hatiye nivîsandin. Roman, neynika dema xwe ye û zimanê gel e. Rengê dahatuya  civaka xwe ye, lê bi têrahî ne hatiye nivîsandin. Beltikên magazîna edebiyata Kurdî, di vê babetê de hîna vala ye. Dabeşek dîrokî ye lê ne hatiye nivîsandin. Hejmara tiştên hatine nivîsandin, gelo çend beltikan dadigirin û çiqasî dabaşên dîrokî anîne ziman? 
Erê “Kurdên îttîhadî” hene û wek kurmê di birîna mûmarî de kar jî dikin.
Dîsa jî pêwiste  romana vê cenagaweriya destanî û gelek bûyerên din werin nivîsandin. Nivîskarên Kurd, di her demûdewran û heyaman de, dibin her cure hoy û mercên giran de, li dijî zihniyeta îttîhadiyan, li dijî Kurdên îttîhadî ligel gelê xwe şer kirine. 
Elîşer û Zarîfe, mînaka vê dîroka bextewar û serbilind e.
Îro jî bi hezaran Elîşêr û Zarîfe li serê çiyan, li kolanan, li girtîgehan mînaka vê dîroka bextawer û serbilind hene. Ji girtîgehan hindik bin jî, berhemên mezin derdiekvin.   Piştî 3- 4 rojên din salvegera vê bûyera destanî ye.
Gelê Kurd, vê roja destanî 14’ê Temmuzê de, li Amedê wê xelekên destanê dîrokî temam bike. Çima; ji ber ku ciwanên Kurd 30 sal in xelekên vî destanê dîrokê dinivîsin û çavkaniya herka çemê jiyana gelê Kurd dewlemend dikin. Gelê Kurd jî, bi canfedayî van xelekên dîrokî û bask û beşên destanan hûrik hûrik di tevna jiyana dahatû de dihune.    Destîniya kor û jiyan bi destê hêzên global, bi destê hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê hatiye reş kirin. Sed sal in,  çavkaniya jiyana gelê Kurd hatiye wêran kirin. Lewma xelek, û beşên destanê 14’ê Temmuzê û hunandina  jiyana paşerojan berdewam dike.
Ev beşên destanên dîrokî, bendeyî Homerosên Kurd, Ehmedî Xaniyên nû ne. 14’ê Temmuzê li Amedê û mitinga dibin slogana “ ji bo Ocalan azadî” de giring e û xwedî rol û misyoneke dîrokî ye.
Divê Kurd, di vê roja dîrokî de, li tevna jiyana paşerojan de damistonka xwe deynin û di wê rojê de, biçin Amedê û agirê 14’ê Temmuzê bi slogana “azadî” dengê xwe bilind bikin. Dive ku di 14’ê temmuza sala 2012and e, dengê gelê Kurd yê “azadiyê” li çar aliyên cîhanê bela bibe û wek ala serketinê di ezmanê Rojhilata Navîn de bibalive.