Nivîskar Kerîm got, armanca wî ew e ku destanên Kurdî û wêjeya Kurdî li dinyayê bide nasîn û weha peyivî: “Dema ez zarok bûm min li wan guhdarî dikir, li gor orjînala wan min ew amade kirin. Hin beş jî min bi xwe lê zêde kirin. Ez armanc dikim ku wêjeya Kurdî bi dinyayê bidim nasîn û her weha dikim ku kesên li vê derê hatine dinyayê ji wêje û destanên Kurdî hez bikin.”
Pirtûka bi sernavê “Kurdische Geschichten” hatî amadekirin jêrnav jî weha nivîsîne, “Kurdische Volkballade (Derwêşê Evdî), “Der Korbhaendler (Zembîlfiroş)”. Wergera destanan Michaela Rosioru kiriye û pirtûk ji Kurdishes İnstitut fur Wissenscheft unda Forscung e.V. ve hatiye weşandin.
KOLN