Di şanoya Kurdî re rexne lawaz e
Zenderlioglu di warê rexne û şêwirîna şanoya Kurdi de jî agahî dan û bi lêv kir ku ev aliyê hunerê di nava Kurdan de hê pêk nehatiye û wiha domkir, “Di tiyatro ya Kurdî de mixabin rexne negihîştî ye. Mixabin di tiyatroya Kurd de rexne bi rêk û pêk nîn e. Hejmara rexnekaran jî ne bes e. An jî hunermendên Kurd karên rexneyê dikin. Bi gelemperi kesên ku di warê wêje û hunerê de dinivîsînîn û xêz dikin karên rexneyê li ser pişta wan e. Dema ku ev kes tên li lîstikên me temaşa dikin rexne dinivîsînin. Lê bi gelemperî rexneyên ku ji bo lîstikên me tê nivîsandin tirkî ne. Di Şano ya Kurdî de qada rexneyê niha hêdî hêdî tê holê. Ez wek xwendekarê rexnekarîya şano û dramatolojîye vê yekê dibêjim. Ji ber ku min kêmasiyek bi vî rengî dîtibu ez ketim vê rê.
Em dixwzain xwe bigihînin gel
Zenderlioglu profîla temaşevanan jî girte dest û di vê mijarê de jî ev gotin bi me re par ve kir, “Temaşevanên me zêdetir kesên ku di nav çend û hunerê de ne lê em dixwazin xwe bigîhînin gel. Dive ev rewş li ser rexneyê be. Divê ku rojnameyên me, rojnamevanên me zêdetir li ser beşên çand û hunerê bisekinin, binivîsînin û rexne bikin.”
Di mijarên civakî de rola erênî
Zenderlioglu di dawiya axaftina xwe di wiha got, “Dema ku siyaset têr nake carînan şano bilind dibe û di warê pirsgirêkên civatî de rolên erênî dilîze. Carînan siyaset bi zimanê xwe têr nake û di vê demê de huner bilind dibe. Her çiqas xwanê neke ji huner di warê pirsgirêkên civatî de xwediyê roleke taybet e. Huner zimanê xwe diafirîne ev ziman zimanê aşitiyê ye, ev ziman zimanê pêşketinê ye. Zimanê hunerê civatê li pêş dixe. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku huner deravek aştiyanî ye. Em dema ku lîstikên xwe dilîzin em nivîsa jor bikartînin ev yek derfetê nîşandina û peytandina hunera Kurd dide me. Çend sal berê hebuna şano ya Kurd dihat nikaşkirin lê niha ev li paş ma ye. Niha her kes dizane ku şanoya Kurd heye. Lîstikên Kurd wek berendam tên dîtin, şanoyên Kurd beştarê festîvalan dibe, beşdarê festîvalên derveyî welat dibe ji ber vê yekê rewşa şanoya Kurd dîyar e ku li pêş e.“
BÎLAL SOLMAZ / BASNEWS
Destarê şanoya Kurdî digere