Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê berxwedana gerîlayên HPG´ê û nerazîbûnên siyasetvanên Kurd roj bi roj zêde dibin. HPG ragihand ku li Bradostê û Lêlîkanê 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna gelê Kurd dewam dike. HPG´ê doh bi daxuyaniyek ragihand ku di çalakiyên wan ên du rojên dawî de 7 leşker hatine kuştin. Her wiha parlementerên Kurd ên ji Başûr jî li dijî dagirkeriya Tirkan bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê rexne dikin û dibêjin: “ Divê hêzên Tirk ji Başûr werin derxistin”    

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê 31’ê Gulanê derbên giran li hêzên dagirker ên Tirk hatin xistin û herî kêm 7 eskerên Tirk hatine kuştin.

Çekên leşkeran rakirin

HPG´ê da zanîn ku gerîlayan li derdora *Geliyê Elî Dirêj ê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser hin giran, şopandine. Piştî şopandina demeke dirêj, li girekî nêzî Geliyê Elî Dirêj jî gerîlayan saet 08:30’an ji du baskan ve ji cihekî nêz li wan xist û 5 eskerên Tirk ên dagirker kuştin. HPG´ê agahiyên li ser çalakiyê wiha dan: “Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên eskeran û 2 çekên HK-33 (Melez), çekeke BKC (Bîksî), dûrbîneke bi rojê, cîhazeke tespîtkirina hedefê û gelek alavên eskerî ji ser eskeran rakirin. Hêzên me her wiha li eskerên li geliyê Elî Dirêj reşandin. Hejmara eskerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra, bi helîkopterên skosky termên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakirin.”

Çalakî li her derî

Ji bo çalakiya danê sibehî ya li Lêlikanê jî HPG´ê got, gerîlayan derbên xurt li çeperên eskerên Tirk ên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê xistine û eskerek kuştine. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Saet 12:30’î, hêzên me li dijî eskerên dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kir. Di encamê de eskerek hate kuştin.”

Ji bo çi Iraq ji xwe napirse

Parlamenterên YNK û Tevgera Goran jî dagirkeriya dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya Iraqê û hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi nav kirin.

Parlamenterê Yekitiya Nîştiman a KurdistanÊ (YNK) Geşe Dara û parlamenterê Tevgera Goran Omer Înayet derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de ji RojNewsê re axivîn.

Parlamentera YNK’ê Geşe Dara bêdengiya hikûmeta navendî ya Iraqê ya di mijara dagirkeriya Tirk de rexne kir û got: “Ji bo çi Iraq ji xwe napirse, kengê bixwaze serweriya Iraqê binpê dike. Iraq di ber vê yekê de berpirsyar e ku Tirkiye îro leşker û hêz derbasê Kurdistanê dike. Ji ber Başûr beşek ji xaka Iraqê ye.”

Berjewendiyên şexsî û hizbî

Parlamenterê Tevgera Goran Omer Înayet jî li ser heman mijarê axivî û got; “Nakokiya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, wer kiriye ku Tirkiye vê ji bo xwe bike firset û di aliyê siyasî, serbazî û aboriya xwe de bi karbîne. Tirkiye dibêje şer li dijî PKK’ê ye. Lê ev yek ji rastiyê dûr e. Niyeta wan dagirkirina Herêma Kurdistanê ye. Berjewendiyên şexsî û hizbî di navbera Erdogan û PDK’ê de heye. Ev berjewendiyane,  ji destdirêjiya li ser Kurdistanê tê kirin girîngtirin.”

 NAVENDA NÛÇEYAN