Destê alîkariyê bidin zarokên Rojava
Nûnerê kampanyaya Xizanî û Alîkariya Tenduristiyê, Profesor Dr. Gerhard Trabert 13´ê Tîrmehê careke din çû Rojava, derman bixwe re birin û di dema ku li Rojava ye, birîndar û nexweşan derman dike.
Trabert banga alîkariya tibî li xelkê û saziyên peywendîdar dike û dibêje, “Nexweşiya Leishmaniazis û Talesemî, zû hatina dinê ya pitikan û ji bo wan kuvoz, cerahiya plastîk ji bo birîndaran û malên starê ji bo zarokan, ji pirsgirêkên sereke ne.”
Trabert dide zanîn ku b vê çûna xwe ya dawî armanca sereke ew bû ku dermanên li dijî Leishmaiazis (şiklekî kînorê ye), ji ber ku ev nexweşî her diçe li Rojava û Bakurê Sûriyê belav dibe. Ji bilî dermanên bi bûhayê 6 hezar euroyî ji bo vê nexweşiyê, Trabert bi buhayê 3 hezar euroyan jî dermanên Talesemiyê gihandin nexweşxaneya Minbicê.
Amadekariyên emeliyatên cerahî
Trabert wekî din da zanîn ku wan kuvozek jî ji bo pitikên zû ji dayika xwe dibin biriye Rojava, û ev kuvoz dane nexweşxaneye li Girî Spî. Profesor Trabert da zanîn ku ew ê perwerdeya bikaranîna kuvozê jî bidin.
Trabert îşaret bi hevkariya xwe ya bi saziya Swîsreyê ‘Interplast’ kir ku cerahiya ji bo birînên şer bi rê ve dibe û dibêje li ser mijarê ew li Kobanê bi Heyva Sor a Kurd, nexweşxaneya dewletê û nexweşxaneya eskerî re hevkariyê dikin. Ew dide zanîn ku ev sazî wê çardeh rojan bê Rojava û di vê demê de gelek emeliyatan bike.
Profesor Trabert dixwaze here wargeha penaberan a Berxwedanê ya li Şehbayê lê ji ber ku rejîma Esed destûra xwegihandinê nade, heta niha nekariye biçe cihê penaberên ji Efrînê lê stirîne. NAVENDA NÛÇEYAN