Kujeran darezînin
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda “Çerxa Şoreşê” Hevserokê DBP’ê yê bajarê Şirnexê Salîh Gulenç beşdar silav kir. Dûre Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, endamê Konseya Navendî ya TTB Şehmûz Gokalp û Serokê Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan bi dorê mafê axaftinê girtin, komkujî şermezar kirin û xwestin, berpirsyar bên cezakirin.
Kurkçû: Emê hesab bipirsin
Hevberdevkê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu di axaftina xwe ya ji bo Roboskiyan de got, “Serokwezîrê vî welatî li nava çavên we nihêrî û got, zarokên we qaçaxçî ne û hewl da kuştina wan jî weke rewşeke normal nîşan bide. Kujerê zarokên we Serokwezîrê wê demê Erdogan û Serokê Fermandariya Giştî Necdet Ozel in.” Kurkçu ji ber ku nekarî hesabê vê komkujiyê biprise rexnedayîna xwe da gel û got, “Li vir nebe jî li cihekî din, emê dîwanekê bidin ava kirin ku vê dozê binirxîne. Ev dozê ji dîwaneke din re nemîne, emê bi gel re hesab ji qetlîemkaran bipirsin.” Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek jî got, “Komkujiya Roboskî li dijî Kurdistanê ye, komkujiye li hemberî gelê Kurd e. Ne komkujiya destpêkê ye, lê ji bo bibe ya dawî em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Wê tu caran neyê jibîrkirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî bi hezaran kesên beşdarî merasîmê bûn silav kir û destnîşan kir ku ne 3 sal 300 sal jî di ser re derbas bibe, ew ê komkujiyê ji bîr nekin. Demîrtaş roja bûyerê bibîr xist û da xuyakirin, ku ji hingî ve hemû wezîfedarên dewletê ji bo ser komkujiyê binixumînin bûne yek. Demîrtaş got, “We dosya li edliyeyê girtin. Em ji sîxurên di bin fermana xwe de rica kirin û we dosya girtin. Lê belê dosya gel a xwîn digirî nayê girtin. Xwîna zarokên Roboskiyî li destê we ye” û ji Serokkomar Erdogan re got, “Ey ew kesê li qesrê rûdinê, heta ku em hesabê vê komkujiyê ji berpirsyaran nepirsin, em ê neçin ti cihî.”
Komkujiyeke li dijî Kurdan e
Demîrtaş kesên di dema berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û got, “Me fermana kuştina yek kesî jî neda. Lê belê mîna ku ji qetilkirina welatiyên me em berpirsyar in, hewl dan lînçeke siyasî li hemberî me bimeşînin.” Demîrtaş ji berpirsyarên komkujiyê re got, “Hûnê li darizandineke adîl rast bên. Dadgerên xwedî wijdan wê darizandina we bikin. AKP’yîno, em ê mîna wek darizandinên bi fen û lîstikan nekin, em ê wek bi awayekî adîl mehkeme bikin.” Demîrtaş got, “Em li pêş malbatên Roboskiyî soz dikin; ev welat û Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan.” Li dû axaftinan, bi deh hezaran kes ji bo 34 ciwanên hatin qetilkirin bibîr bînin çûn goristanê. Bernameya li vir jî wê bi daxuyaniya dayikên Roboskiyî dewam bike.
DIHA/ŞIRNEX