Di civînê de piştî nîqaş û nirxandinan herduyan bi awayekî fermî xalên Înîsyatîfa Kurdî ya ji bo demokratîkbûna Sûriyê erê kirin û beşdarî nava xebatên wê bûn û piştgiriya xwe dane wê.

Di civînê de Berpirsiyarê Buroya Rêveberiya Kombûna Sivîlan a Xiristiyanan Dawûd Xerzanî û Serokê Partiya Asûriya Demokratîk Wail Mîrza amade bûn. Her wiha şande ji aliyê endamên Komîteya Têkliyên Dîplomatîl a TEV-DEM’ê Çinar Salih, Ebdulselam Mihemed û Xedîce Îbrahîm û nûnerên Înîsyatîfa Kurdî ve hate pêşwazî kirin.
Di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate nirxandin. Her wiha projeyên ji bo çareseriyê hatine pêşniyarkirin, hatin nîqaşkirin û hate diyarkirin ku hemû pêşniyarên aliyan ên çareserkirina aloziya Sûriyê bi ser neketine.  Di dawiya civînê de herdu aliyan Înîsyatîfa Kurdî gotûbêj kirin û piştî nirxandinan, herduyan li ser belgeyekê îmze kirin û bi awayekî fermî beşdarî nava xebatên Înîsyatîfê bûn. Şandeyê di civînê de got ku pêwîste di nava xebatên Înîsyatîfê de kongreyeke niştimanî ji bo giştî opozîsyona Sûriyê bête lidarxistin.  Her wiha pêşniyarên ku şandeyê derbarê înîsyatîfê de kirine, ji aliyê nûnerên înîsyatîfê de erênî hate nirxandin. 

QAMIŞLO