
Kowara Hawdem cih da nerînên siyasetmedarên kurd û wiha nivîsî: Serokê KNK Tahîr Kemalîzade di derbarê kampanyayê de peyamek şand û diyar kir ku kampanya di wê peşwêçûnê de ji bo berjêwendîya neteweya kurd giringê. Kemalîzade, anî ziman ku wekî KNK dixwazin di serî de hemû nûner û hilbijartîyen kurd hemû gele kurd li dijî wan hewldanên dagirkerî bedeng nemînin."
Kowarê da zanîn ku Hewserokê Giştî BDP Selahaddîn Demîrtaş jî peyamek ji bo kampanyayê şandiye û wiha nivîsî: "Tu wateya mayina baregehên dewleta tirk tune. Hebûna baregehên leşkêrî ya dewleta tirk ji bo berjevêndiya kurdan nine.
Kowarê, cih da nerinên Hewseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî wiha got: "Ji bo derxistina baregehên serbazî ya dewleta tirk çi bikeve ser mile wan ye bikin. Endamê Revebirî ya Navendî ya BDP Mehdî Perînçek jî xwest demek zûtirîn ev baregehên dewleta tirk ji Herêma Kurdistan bên derxistin."
DÎHA/HEWLÊR