16´ê Adara bihurî bi înîsiyatîfa Profesor Koçer Bîrkar li paytexta Ingilistanê Londonê ji bo minaqeşekirina derfetên piştevaniya xwendina bilind li Kurdistanê civînek hat organîzekirin. Tora Akademisyenên Kurd li Elmanyayê Kurd-Akadê di vê civînê de projeyeke xwe pêşniyaz kir ji bo Zanîngeha Rojava. Di civîna ku tê de Bîrkar jî amade bû, biryar hat dayîn ku ev projeya ji bo Zanîngeha Rojava bê destekkirin. Sedema biryarê jî li gorî Bîrkar û yên din ew bû ku koma xebatê ya "Hevkariya bi Zanîngeha Rojava re" projeyeke "gelekî darîçav û dikare pêk bê" pêşniyaz kirine
Desteka ji Zanîngeha Rojava re