Di daxuyaniya 104 parêzeran de tê gotin ku ev kiryarên dewleta Tirkiyeyê binpêkirina mafê siyasî, yê di karên hiqûqî de ye.
Daxuyaniya komek ji parêzerên dadgehên Îranê li dijî nêzîkbûna dewleta Tirkiyeyê ya ji parêzeran re û bi taybet cezayê li Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî wiha ye; “Mixabin dewleta Tirkiyeyê vê dawiyê mafzan û parêzerê bi nav û deng û mirovhezê vî welatî, Tahir Elçî ku Serokê Baroya Amedê ye, bi tawana nêrîndayîna hiqûqî berdest kiriye. Ev kiryara dewleta Tirkiyeyê yên vê dawiyê, dilgiranî li ser rewşa azadiya gotinê ya hiqûqî ji bo parêzeran pêk aniye. Tahir Elçî parêzerek bi navûdeng û bi kiryarên demdirêj di kar û barên mafên mirovan de di asta netewî û navneteweyî de ye. Berdestkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji ber nêrîndayîneke hiqûqî bi rastî liberçavnegirtineke diyar ya mafê derbirîna dîtinan e.”
‘Li gor zagonên mafên mirovan tevbigerin’
Di daxuyaniyê de ev kirinên dewleta Tirkiyeyê wekî “binpêkirina mafên mirovan” tê binavkirin û tê ragihandin: “Dewleta Tirkiyeyê beşdarî biryarnameya mafên medenî, ramyarî û her wiha beşdarî Konvansiyona Ewrûpayî ya mafên mirov bûye.
Em weke komek ji parêzerên dadgehê Îranê, ji dewleta Tirkiyeyê daxwaz dikin ku li gorî zagonên mafê mirovan tevbigere û bi teybet mafê parêzeran were parastin.”
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di bernameyeke televîzyonê de gotibû, ‘PKK rêxistinek terorîst nîne û PKK tevgerek siyasî ye.’ Ji ber van gotinan derheqê Elçî de ji aliyê dozgerê komarê yê Bakirkoyê Idiris Kurt ve doz hat vekirin. Di 20’ê Cotmehê de Elçî hatibû binçavkirin. Piştî çend saetên binçavkirinê Tahir Elçî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat serbest hat berdan.
ROJNEWS/URMIYE