HDP´ê li paytexta Elmanyayê Berlînê hevdîtinên di asta hevserokan de bi nûnerên partiyên siyasî re kirin.

Di heyeta HDP´ê de hevserok Sezaî Temelli, Mithat Sancar, Feleknas Uca, Leyla Îmret û Sinan Onal hebûn.

Heyet roja pêşî li Meclîsa Federal ji bilî partiya nijadperest AfD bi nûnerên partiyên din re hevdîtin pêk anîn. Doh jî li Hola Civînên Çapemeniyê ya Federal de daxuyaniyek hat dayîn. Kevne musteşarê wezaretê, Klaus Faber moderatoriya civîna çapemeniyê kir. Hevserokê HDP´ê Sezaî Temelli di axaftina xwe de got, hevdîtinên wan wê dewan bikin. Temelli îşaret bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê ji krîza aborî û wêde krîzeke siyasî û civakî heye. Weke çareseriyê jî îşaret bi demokratîkbûnê kir. Temelli got, bidawîkirina Pêvajoya Çareseriyê, Tirkiye xistiye krîzeke kûr, û di encamê de niha li Tirkiyeyê rejîmeke otorîter heye.

Temelli got, Tirkiye divê dawî li siyaseta xwe ya Sûrî ya heyî bîne, û gavên ku ji bo aştiya Sûriyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê bin wê li xêra Yekîtiya Ewrûpa û Elmanyayê jî bin. Sezaî Temelli got, ew hevdîtinên destekê bidin aştiyê û demokrasiyê girîng dinirxînin û wan îşaret bi girîngiya vê meseleyê kiriye di hevdîtinên xwe yên li Meclîsa Federal a Elman de.

 

BERLÎN