KCK’ê li ser erdheja li Xarpêtê daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Gelên me bêyî ku ji dewletê hêvî bikin, divê piştgiriyê bi erdhejzedeyan re bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de sersaxî xwest ji malbat û xizmên kesên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Divê gelê me mîna her dema karesatên xwezayî, di vê erdhejê de jî piştgiriyê bi mexdûran re bike. Civakîbûn û mirovbûn beriya her tiştî di rewşeke wiha de piştgiriyê û pêçandina birînên hev ferz dike. Nirxên ku di serdemên dîrokê de afirîne vê yekê li me ferz dikin. Gelekî girîng e ku bêyî ji dewletê hêvî bikin, gelê me, gelên me dereng nekevin û yekser piştgiriyê bi mexdûrên erdhejê re bikin. Ji ber ku karesatên erdhej, lehî û yên mîna wan dikare bê serê her civakê. Lewma piştgirî û alîkarî beriya her tiştî li civakê bi xwe tê kirin.

Gelek caran eşkere bûye ku dewleta Tirk dewleteke welê ye, tenduristî û ewlekariya gel ne xema wê ye. Piştî erdheja Marmarayê ya 1999’an ku bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest da, baca ji bo erdhejê hate komkirin li tedbîrên li dijî erdhejê nehatin xerckirin. Bi milyonan lîreyê Tirk an jî dolar, ya ji bo dagirtina valahiya budçeyê yan jî ji bo teşwîqkirina razemeniyên bûrjûvaziyê hatin bikaranîn. Baca ji bo erdhejê hate standin ji bo tedbîrên têkildarî erdhejê nehatin bikaranîn ku ev yek jî karakterê desthiladariya AKP’ê radixe pêş çavan.

   

ANF/BEHDÎNAN