Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed, krîzên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê ji Rojnewsê re nirxand û diyar kir ku li gorî yasayan Mesûd Barzanî nikare carek din ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê bibe namzet. Her wiha anî ziman ku ew wekî partî  îradeya parlementoyê qebul dikin ji bo hilbijatina serokeke nû ya parlementoyê.

Dr. Yûsûf Mihemed, diyar kir ku heya niha li Başûrê Kurdistanê yasa neketiye meriyetê û wiha axivî: “Li Herêma Kurdistanê desthilatên me yên hizbî hene. Parlamentoyê hewl da ku bibe parlamentoya gel, lê mixabin li hemberî parlamentoyê derbe hat kirin û astengî ji me re çêkirin, destûr nehat dayîn em biçin ser karê xwe. Di heman demê de ji ber serokatiya herêma Kurdistanê ti rewabûna xwe nemaye. Serçaveya krîzan ji ber li Herêma Kurdistanê desthilata hizbî heye û desthilatekî pişt bide hilbijartinan nîne.”


‘Nexwest dest ji desthilatê berde’

Dr. Yûsûf Mihemed, ragihand ku krîza Serokatiya Herêma Kurdistanê ji 2013’an ve dewam dike û wiha pê de çû: “ Ji ber ku li gor yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dema desthilata birêz Barzanî ji wê demê ve bi dawî bûye. Du demên xwe yên desthilatdariyê temam kirine. Ji bo wê jî dema ku di vê demê de jî nexwest dest ji desthilatê berde, hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê li gel hilbijartinên parlamentoyê hatibû diyarkirin. Lê dîsan du salên din ji bo hatin zêdekirin û ev du sale jî di 19’ê Tebaxa 2015’ê de li gor yasaya sala 2013’ê bidawî bû. Ji bo wê jî krîzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji wê destpê kir.Li gor yasayê nikare namzetiya xwe dane.”


‘Hemû alî xwedî namzetên bi hêz in’

Dr. Yûsûf Mihemed diyar kir ku hîna ji bo destnîşankirina posta serokatiya Herêma Kurdistanê derî nehatiye vekirin û wiha axivî: “Dema ev deriye hat vekirin, wê demê em dikarin ji aliyan siyasî daxwaza destnîşankirina namzetan bikin ku hilbijartin dinava gel an parlamentoyê de bê kirin. Her aliyek siyasî, yan her kesek serbixwe dikare namzetiya xwe eşkere bike.”


Bila parlemento biryarê bide

Mihemed derheqê guherandin û hilbijartina nû ya serokatiya parlementoyê jî got ku ger komên parlamentoyê dixwazin serokê parlamentoyê biguherînin, bila rûniştandina parlamentoyê pêk bînin û wiha pê de çû: “Bila kerem bikin em rûniştina parlamentoyê pêk bînin û min jî bigûherînin. Her çendî ku ti sedemek ji bo vê jî nîne, her wiha ti sedemek jî nîne ku serokê parlamentoyê ji desthilatê bê girtin, her wiha em serbilind in ku me ne îxaneta neteweyî kiriye û ne jî bi tankan çûne nav parlamentoyê de. Her wiha ne me karên ne yasayî kirine û ne jî kesekê nelirêtî kiriye.”

Her wiha Dr. Yûsûf Mihemed diyar kir ku siyaseta petrol û gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê siyasetekî ne zelal e û wiha axivî: “Ev siyaset bin ketiye. Ev siyaseta şaş ne tenê bûye sedemê çavkaniyên krîza aborî ya Herêma Kurdistanê, dahata piştî 10 salên  rûxîna rejîma Bees a ji Bexda ji bo Herêma Kurdistanê di hat jî, ji holê rakir. Dahata petrola tê firotin jî diyar nine."


‘Sedema rawestandina parlamentoyê petrol bû’

Mihemed derbirî ku sedemên sereke yên rawestandina parlamentoya Herêma Kurdistanê, peywendî bi dosyaya petrol û gaza xwezayî ve heye û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ji bo çareserkirinê dosya li parlamentoyê hat aktîv kirin û daxwaza lêpirsîna Aştî Hewramî hat kirin bû. Li parlamentoyê di warê yasayî lêkolînê bike. Her wiha komên partiyên di parlamentoyê de gihiştin wê biryarê ku, ev siyaset siyasetekî şaş e. Ji bo vê yekê di destpêkê de 3 parlamenteran, piştre jî yeke din beşdar bû, ango 4 komên partiyên di parlamentoyê de pêşniyar kirin ku Wezîrê Çavkaniyên Xwazî û Patrolê Aştî Hewramî ji bo lêpirsînê bê parlamentoyê. Ez bi zelalî dibêjin, ev yek bû sedemê sereke yên rawestandina parlamentoyê. Da ku rê nedin pêvajoya hatî destpê kirin, bi ser bikeve.”


ŞINE FAYÎQ/KARÛX REWANDIZ/ROJNEWS/SILÊMANÎ