Piştî amadekariya Komîteya Jinan û serdana jinên li navçe û gundan, jinan kar û mîrateyên xwe li pêşangeha Navenda Çand û Huner a Şehbayê peşkeş kir. Pêşangeh doh bi navê şehîd Barîn Kobanê li Navenda Çandê ya Fafînê, hate organîzekirin.

Di pêşangehê de hevserokatiya rêveberiya kantona Şehbayê, nûnerên saziyên sivîl û yên jinên herêmê, nûnerên Kongreya Star a Efrînê û bi dehan şêniyên Efrînê û Şehbayê amade bûn.

Di pêşangehê de karên destan ên ku li Şehbayê hatine çêkirin, wekî cilên rêsî, dirûvên cihêreng ên ji rîs, cilûbergên gelêrî yên Efrînê û alavên ku bi destê jinan hatine çêkirin, hene.

Di destpêka pêşangehê de hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê, Wefa Husên axivî û got, jinan bi vîna xwe civak guherand û rola xwe di hemû warên jiyanê de sepandiye.

Kurd û Ereb bi hev re

Piştî axaftinê Koma Zarokên Şehîdên Şehbayê, govenda gelêrî pêşkêş kirin. Dûre ji hêla hevseroka kantona Şehbayê Wefa Husên û zarokên şehîdan ve deriyê pêşangehê hate vekirin.

Her wiha ji hêla endamên Navenda Çand û Huner a Kantona Şehbayê ve bi navê “Jin” ku li ser rewşa jinan di civakê de beriya şoreşa azadiyê û rewşa niha ve, şanoyek hate pêşandan.

Beşdarên pêşangehê jî vexwendî bûn. Nezhet Şêx Mûsa Erebek e Şehbayê ye û ji bo pêşangehê dibêje: “Pêşandana karên destan ên jinan nîşaneyek e ku jin parastina çand û mîrasa xwe dikin.”

Jina ciwan a bi navê Îsra Îbrahîm hjî dibêje, “Ev pêşangeh a pêşî ya jinên Şehbayê ye. Bi rêya vê pêşangehê me xwest êşên ku gel ji destên rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê kişandiye, nîşan bidin. Her wiha ji bo jin çanda xwe û bi derfetên xwe yên hêsan vejînin.”

 

ANHA / ŞEHBA