Di dema ku hêzên YPG û YPJ gelek heremên Kantonên Kobanê û Cîzîrê ji destê terorîstên DAIŞ‘ê ve rizgar kirin de, muxalefeta Şamê ya nijadperest a bi navê “Itilaf” daxuyaniyek dijminane li dijî van hêzan û li dijî tevahiya Kurdan û tecrubeya Rojava belav kir. Di vê daxuyaniyê de “Itîlaf” ida dike ku YPG li Koban û Cîzîrê “pêkhateya Ereb derbider dike, gund û malên wan wêran dike!“
Ev ne cara yekê ye ku “Itîlaf” êrişek weha dijminane tîne ser gelê Kurd û hêza wî ya parastinê. Hewl dide dijminatiyekê di navbera Ereb û Kurdan de, bi taybet li Kantona Cîzîrê biafirîne. Di her dema ku DAIŞ êrişî kantonan dike, ev “Itîlaf” li şûna ku van êrişan şermezar bike, tê û êrişî YPG dike. Di her dema ku DAIŞ têk diçe û YPG heremên nû azad dike, li şûna ku “Itîlaf” vê yekê pîroz bike, diçe destekê dide DAIŞ û êrişî YPG û kantonan dike. Di her dema ku DAIŞ û hêzên din yên çete û terorîst sivîlên Kurd digrin û direvînin (wek mîna vê dawiyê li Kantona Efrînê rû da), li şûna ku “Itîlaf” were û van kiryaran şermezar bike, dev diavêje YPG û hewl dide kiryarên çeteyan binuximîne û YPG reş bike.
Li gorî nerîna min, sedemên vê êriş û vê dijminatiya reş jî ev in:
l YPG û YPJ li dijî DAIŞ‘ê destkeftiyên mezin û stratejîk di vê dema dawî pêkanîn. Ew ji gelek hereman derxistin (mîna Çiyayê Kezwan û herema Mebrûka) û hêdî hêdî nêzî bajarê Til Abyad dibin. Ev destkeftî hemû cîhan niha behs dike û li tevahiya Sûriyeyê YPG û YPJ bûne hêzên herî xurt û bi îrade li dijî terora DAIŞ‘ê. Li vir “Itîlaf” û hêzên nêzîkî wê, li derve mane. Nema tu kes guh dide wan. Loma ev êriş li dijî YPG û YPJ ji çavnebarî û hesûdiyê tên.
l Hêzên Hevbendiya Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê niha YPG û YPJ ji xwe re mîna muxateb digrin. Bi hev re li dijî DAIŞ’ê oprasyonan organîze dikin. Belafirên şer yên DYA yê agahiyan ji serkêşiya YPG digrin. Li vir dîsa “Itîlaf”, yê ku qaşo xwe mîna “nûnerê gelê Sûriyeye“ dide nasîn, bi tena xwe dimîne û kesek guh nadê. Jixwe ew hêzên “Artêşa Azad” yên li Heleb, Idlib û Derayê hemû tevî Cebhet El-Nûsra ya El Qaîdeyê bûne û nema xwe mîna beşek ji “Itîlafê” nas dikin!.
l Li Kantona Cîzîrê bi hezaran ciwanên Ereb tevî nava sîstema xweparastinê dibin. Serwerî û desthilatdariya hikûmeta kantonê her roj xurtir dibe. Di heman demê de “hikûmeta” ku “Itîlafê” avakiribû, vala û fişe maye. Tu hebûna wê li ser rûyê erdê nîne. Yek gund jî nîne ku li ser axa wî desthlatdariya xwe bike. Ev “hikûmet” li hewa û bê bingeh maye. Loma “Itîlaf” bêzar bûye û dibîne ku kanton di warê siyasî de û YPG di warê eskerî de, êdî rihê şoreşa Sûriyeyê û hêviyên gel temsîl dikin, û li nik cîhanê ew bûne muxateb û cihê rêzê. Loma “Itîlaf” dîn û har dibe û hema êrişan dibe ser Kurdan û Rojava.
l Ev koma bi navê “Itîlaf” girêdayî MÎT’ê ye û ew vê êrIşa li dijî YPG mîna alîkariya AKP’ê ya di hilbijartinan de dizane. Loma ev êriş di vê dema amedekariya hilbijartinên bakur û Tirkiyê de tê.
Weha xuyaye ku dê ev “Itîlaf” êrîşên xwe berdewam bike. Jixwe ENKS ya ku di nava “Itîlafê” de cihê xwe digre, hîna bê deng e. Partiyên ENKS ji bo çend pulan xwe firotine neyarên gelê Kurd. Ew jî bûne beşek ya konsepta êriş û tesfiyekirinê. ENKS’ya ku “azadkirina” Idlbê li ser destê Cebha El-Nûsra pîroz dike, azadkirina Çiyayê Kezwan û Mebrûka li ser destê YPG pîroz nake. ENKS’ê ya ku li dijî revandina sivîlên Kurd yek gotinê nabêje, ew niha li dijî YPG û kantonan her cureyê neyartî û êrîşan dimeşîne. Hemû agahiyên şaş û bê bingeh yên li dijî YPG û Kantonan ji aliyê ENKS’ê tên dayin.
Wek bersiv: Divê YPG hê xurtir bibe. Divê têkilî bi civaka navnetewî re werin xurtkirin. Divê sîstema Xweseriya Demokratîk rûnê û beşdariya Ereb û Suryaniyan hîna xurtir bibe. Eger sîstema Rojava xurt û demokratîze bibe. YPG xurt û berfireh bibe û DAIŞ’ê têk bibe, ewê rewş baş bibe. Jixwe ev tê wateya iflaskirina “Itîlaf” û ENKS a wê...