Destpêk timî zehmet û bi êş in. Destpêka gerdûnê bi teqîna mezin, destpêka jiyanê bi êşa zanê, destpêka civakên nû bi kuştin û xwînê… Ev êş û jana xwe li beden, ruh û jîngeha me dipêçe diyar e, ya destpêkekê ye. Lê ji bo ku ev destpêk weke ya jiyanê, weke ya gerdûnê derî li geşbûnê veke, divê têkoşîn û hêvî di zik hev de bin. Têkoşîn kilîta wî deriyî ye ku li jiyaneke nû, li civakeke nû vedibe.
Tevgera Azadiyê ya Kurd tesewura wê jiyana nû weke xweseriya demokratîk li pişt wî deriyî danî. Lê statukoya heyî zebaniyên dojehê li pişt deriyekî din danîn û têjîkên wan zebaniyan jî berdan nav me. Ew têjîkên zebaniyan bi unîforme û bê unîforme, lê belê her bi navê dewletê xwe berdana ser bedenên zarokên me û tew xwîna me jî vedixwin.
Derman ne tirs û çilmisîna hêviya me ye. Derman liberxwedan, xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina nirxên me ne. Xweseriya demokratîk tesewireke ku di nava civakeke exlaqî û siyasî de li ser piyan dimîne, ji bilî van stûnan bergiriya xwe dike bi parastina rewa. Ev gotinên mucered divê nav û bedena necisî dûrî çavên me neke. Necis bi kirasê dewletê îro desthilatdariya dewleta Tirk e li Bakurê Kurdistanê. Hikûmeta AKP´ê statukoya dewletparêz ji bo parastina mal û milkê xwe, ji bo parastina îmtiyazên xwe û ji bo parastina statuya xwe, weke yekane "sîlehê" dibînin. Ez bîla sedem peyva sîleh bikar naînim, lewma ew şerekî dikin li dijî wan mirovan ku doza azadiyê, aştiyê û demokrasiyê dikin. Lewma xweserî ji azadiya komeleyî û ferdî pê ve tiştekî din îfade nake. Misogeriya xweseriyê ji bo civak, civat û ferdan jî misogerkirina aştiyê pê ve tiştekî din nîne. Civak û ferdên exlaqî û siyasî jî bi xweseriyeke civakî û ferdî bingeha herî guncaw e ji bo demokrasiyê. Ne demokrasiya temsîlî ku civak, kom û ferdan derdixe derveyî meydana bûyer, biryar û birêveberiyên siyasî, lê belê demokrasiya heta radeya herî jor a yekser bi meclîsên gel, bi meclîsên jinan, bi meclîs û komeleyên her reng û çîna civakî ya heyî.
Niha li Bakurê Kurdistanê ragihandina xweseriyan û xebatên xweseriyê yên beriya wê ji bo bi gewdekirina vê tesewirê ne ku kezeb li dijminjê exlaq, siyaseta yekser û demokrasiyê qetandiye. Bi çi rengî dibin bila bibin, navendên desthilatparêz êrîşê dibin ser pêkanîna vê tesewira ku hêvî ye. Di warê siyasî de AKP, di warê xwînmijiyê de çeteyên DAIŞ û neteweperest, di warê eskerî de artêşa Tirk a bi binpêkirina mafan navdar, li nava bajaran polêsên êşkenceker… Ev hemû daketina meydanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û bi rola têjîkên zebaniya radibin. Êşkencê li cenazeyên gerîlayan dikin, cenazeyên Kurdên sivîl li bajar û navçeyan bi erdê ve kaş dikin, zarokan dikujin û ava bi çid û bombeyên gazê diavêjin ser wan. Xwe ji aliyê din re amade dikin… Ji dojeha ku li pişt deriyê din danîne. Ew ê li wir bibin zebanî. Naxwe ji bo çi her bi cenaze û cendekên me û yên zarokên me dilîzin? Çima nahêlin ku em bedenên bê rih ên zarokên vî gelî ku her hukim ji ser wan rabûye, bi aramî bisipêrin axê?
Bila şik û gumana ti mirovî û nexasim jî Kurdî jê nebe ku ew têjîkên zebaniyan in, lê têkoşerên vî miletî deriyê hêviyê, ji mêj ve vekirine, bi aliyekî kirine. Bi têkoşîna xwe, bi xurtkirina şerê ji bo azadiyê, aştiyê û demokrasiyê ew ê deriyê hêviyê li piştê vekin ji bo hemû gel û mirovên Tirkiyeyê. Xwedîderketina li destketiyên li Bakurê Kurdistanê û xweseriyan wê bike ku destpêka jiyaneke nû tijî hêvî li me hemûyan vebe. Şexsê min, ez dilê xwe menih dikim ku li îhtîmaleke din bifikire… Piştî Cizîr, Farqîn, Pirsûs, Diyarbekir, Gimgim, … û Enqerê ev êşa zanê wê jiyaneke nû ya hêvîbar bîne dinê, ti rêya din li ber wê nîne.