“Li bereya şer, di dema şer de me deng tomar dikirin. Min ji şervanan xwest behsa şeveke Kobanê û bîranîneke xwe bikin. Beriya her tiştî, ji bo Kurdan Kobanê birînek e û berxwedanek e.”

HAMDULLAH KESEN / MA / AMED

Nivîskar Rênas Mûsa, hevdîtinên xwe yên bi şervanên YPG û YPJ’ re, yên ku li Kobaniyê li dijî DAIŞ‘ê li ber xwe dan, û bi ser ketin kirin pirtûk û çap kir. Navê pirtûka Mûsa “Tarihin Sıfır Noktası Kobanê (Destpêka dîrokê Kobanê)” ye.

Nivîskar Rênas Mûsa, hevdîtinên xwe yên bi şervanên YPG û YPJ’ê re yên ku li Kobaniyê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û çavdêriyên xwe kirin pirtûk. Pirtûka bi navê Destpêka dîrokê Kobanê ji Weşşanxaneya J&J derket.

Mûsa, diyar kir ku wexta şerê bajêr dewam dikir, ew û hin rojnamevanan çûne Kobanê û got, “Berê min di çapemeniyê de Kobanî didît, lê wexta çûm, pirr cuda bû. Bajêr, tarûmar bûbû. Li navçeyeke ev qasî biçûk, şerekî ev qasî mezin, vê yekê tesîreke mezin li min kir. Şervanan û gelê sivîl mil dabû milê hevdu û li dijî DAIŞ’ê rûmeta mirovahiyê diparast. Heta şerê Kobanê jî, DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê bajêr dagir dikirin. Di Şerê Duyem ê Cihanê de Stalîngrad faşîzma Hîtler rawestandibû. Li Kobanê jî ciwanên Kurd û dostên wan bi hev re faşîzma DAIŞ‘ê rawestandin. Ev pirtûk li ser israra şervanê bi navê Şiyar Amed hat nivîsandin. Şiyar gotibû, ‘Gelê Kurd li vir rûmeta mirovahiyê rizgar dike. Teqez divê ev di dîrokê de bê tomarkirin. Eynî wekî şervanên 300 Spartayiyan, divê hin kes pêkanînên li vir binivîsînin.’”

Serpêhatiya ciwanên Kurd

Rênas Mûsa tiştên di pirtûkê de hatine nivîsandin weke ji bo dîrokê nîşe bi nav kirin û got, wî hemû hevdîtinên xwe yên bi şervanan re tomar kirine û paşê ew hevdîtin û hevpeyvîn kirine pirtûk: “Li bereya şer, di dema şer de me deng tomar dikirin. Her wiha, vê yekê derûniya şer jî yeko yeko vedigot. Min ji şervanan xwest behsa şeveke Kobanê û bîranîneke xwe bikin. Beriya her tiştî, ji bo Kurdan Kobanê birînek e û berxwedanek e. Di dîrokê de cara ewil Kurd li Kobanê bi awayekî ruhî û neteweyî hatin cem hev. Raya giştî ya cihanê û gelên cihanê ji bo Kobanê seferber bûbûn. Cara ewil bû ku tiştekî wisa di dîroka Kurdan de diqewimî. Di şerê Kobanê de şervanên jin ên Kurd bêhtir derketin pêş. Feysel Ebû Leyla, di hevpeyvîneke xwe de gotibû ‘ji niha û pê ve kî pirsa Kobanê bike, bibêjin li rojavayê Kobanê ye.’ Yanî ev çîroka ciwanên Kurd e. Çîroka bajarê Kobanê ye ku sembola berxwedanê ye.”