Stephanson da zanîn ku Katolîkan di sala 1964’an de li Bakurê Îrlandayê li hember êrîşên protestanan û dewletê wekî gelê Kurd bi xendek û barîkatan xwe parastine. Stephanson got ku dema dewlet mafan desteser dike gel jî ber bi têkoşîna çekan ve diçe û wiha axivî: “Ev ji bo gel û dewletekê derseke girîng e. Heke dorhêleke lê pevçûn heye nayê xwestin divê maf neyên desteserkirin. Piştî gel rêveberiyên cewherî pêk tîne nexwe pêwistiya çekan a ji bo parastinê jî namîne. Ji ber vê jî divê mafê çand, ziman û rêveberiya cewherî divê bên dayîn.”
‘Bi çekan çareser nabin’
Stephanson bal kişand ser têkoşîna 30 salan a li Îrlandayê û wiha got: “Lê belê dîsa jî çareseriyek pêk nehat. Dema em li şaşitiyên dewleta Bîrîtanyayê dinêrin dibînin ku Tirkiye jî dikeve heman şaşitiyan. Dewlet divê her kesî fêm bike. Bi çekan pirsgirêk nayên çareserkirin.”
Tecrubeyên Îrlandayê
Stephanson, wergerandina maseya diyalogê a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatibû danîn jî bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Wergerandina maseyê ne baş bû. Li gorî min divê Tirkiye ji tecrubeyên Îrlandayê ders werbigire. Tirkiye şaş li bûyerê dinêre. Bandora leşker û polîsan beriya peymana Îna Bi Xêr (Hayirli Cuma ) a di sala 1998’an de pêk hat ji holê hat rakirin û bi veguherîna makezagonê jî hikumeta xweser hat avakirin. Bi rakirina kalekolan jî asta bêçekbûne pêk hat. Li vir xapandina mirovan û gotina “çekan bispêrin axê” tenê demogojî ye.”
‘Rêveberiya cewherî Tirkiyeyê bigihîne hev’
Stephanson destnîşan kir ku xwesteka rêveberiya cewherî ya gelê Kurd xwestekeke xwezayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ev xwestek neyê qebûlkirin jî bertekên gel bi pêş dikevin. Rêveberiya cewherî dê Tirkiyeyê bigihîne hev. Tirkiyeyê jî di vê çarçoveyê de şaneyên xwe avêtiye peymanên welatên Ewropayî.”
DÎHA/AMED