Şaredariya navçeya Cizîr a Şirnexê xwest îro û sibe (6-7) 1’emîn Mîhrîcana Çand û Huherê ya Ciwanan a Mem û Zînê li dar bixe, lê ji ber qedexeya 15 rojan a biryara walîtiyê hat astengkirin. Starta mîhrîcanê wê li Mala Dengbêjan bihatiba dayîn. Li ser vê yekê polîsan destê sibê, bi gelek wesayîtên zirxî derdora Mala Dengbêjan girtin. Lê ligel ablûqeya polîsan a zêde jî gelek ciwan li Mala Dengbêjan kom bûn û govend gerandin.
Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig qedexe weke astengiyeke ne huqûqî bi nav kir.
Ciwanan qedexe şermezar kirin, li erbaneyê xistin û li ber stranan govend gerandin. Dûre, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Hevşaredarên HDP’ê û ciwan derbasî avahiya şaredariyê bûn. Hevşaredar Zirig daxuyanî da û qedexe weke dewama pêkanîna qeyûman destnîşan kir.
Zirig, da zanîn ku wê di rojên bê de mîhrîcanê pêk bînin.
Piştre parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî, axaftinek kurt kir û got: “Têkoşîna ciwanan a li dijî fihûş û tiryakê wê dewam bike. Em ê li hemberî zorê serî netewînin.”
MA / ŞIRNEX