Gerîlayê kurd Çiya Mamxorî di nava malbateke cerdevan de mezin bûye, lê belê ew jiyan nepejirandiye û tevli nava refên gerîla bûye.
Sîstema cerdevantiyê, di sala 1985'an de li dijî Tevgera Azadiya Kurd hate avakirin û dewletê bi vê yekê xwest kurdan bîne beranberî hev û hevdu bikujin. Di salên 90’î gelek karê qirêj bi destê cerdevanan pêk hat. Lê di roja îro de cerdevan bi vê lîstika dewletê hisiyane û dixwazin dev ji çekê berdin. Her wiha gelek ciwan li dijî sîstema cerdevantiyê derketine, serî li hemberî dê û bavê xwe rakirine û berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û tevli refên azadiyê bûne.

Hişyarbûn

Yek ji van ciwanan gerîlayê bi navê Çiya Mamxorî ye. Murat Deniz ê bi navê Çiya Mamxûrî di sala 1992’yan de li gundê Gultepe yê bi ser Wanê hatiye dinê, heşt salan xwendiye û dest bi kar kiriye. Çiya Mamxorî ji eşîra mamxoriya ye. Ev demeke dirêj e ku malbata wî cerdevantiyê dikin û çeka Artêşa Tirk li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd didin bikaranîn. Çiya Mamxorî, destnîşan kir ku ew piştî 16 saliya xwe ketiye ferqa hinek rastiyan de û wiha got: “Gava ku ez zarok bûm tê bîra min her dem leşkerên tirk dihatin gundê me û li dijî hevalan axaftin dikirin. Xwe di çavê malbat û gundê me de kiribûn hêzek ku tu carî nayên şikestin û kesek nikare li hemberî wan şer bike. Lê belê min ev yek di dilê xwe de nedipejirand. Di 16 saliya xwe de ez ketim ferqa hinek rastiyan û min dest bi lêgerînê kir. Bi riya televizyonê û înternêtê min der barê gerîlayan de agahî hîn dibûm û min hovîtiya dijmin a li ser cenazeyên gerîla didît.”

Serhildan
Çiya Mamxorî, piştî ku dikeve zanebûna hinek rastiyan naxwaze ku bav û xizmên wî ji operasyonên Artêşa Tirk re pêşengtî bikin û li hemberî gerîlayên PKK’ê şer bikin. Çiya Mamxorî acizbûna xwe ya li hemberî cerdevantiya malbata xwe wiha anî ziman: “Dijmin malbat û gundê me dabû xapandin. Gava ku bav û xizmên min pêşengtiya operasyonên dijmin dikirin gelekî li zora min diçû. Di sala 2009’an tevlibûna min a nava refên gerîla serî rakirina li dijî dijmin bû. Bila malbat û gundê me bawerî bidin hêza gelê Kurd û PKK’ê û rastiya dijmin nas bikin.”

Bang

Çiya Mamxorî di dawiya gotinên xwe de bangî malbat û xizmên xwe kir ku dev ji cerdevantiyê berdin û wiha berdewam kir: “Ez naxwazim destê bav û xizmên min di rijandina xwîna hevalên min de hebe. Ew bi çeka dijmin li hemberî gelê kurd, li hemberî birayên xwe şer dikin. Gava ku bi hezaran gelê kurd derdikevin meşan, bila bibînin. Bila neyên lîstokên dijmin û pêşengtiyê ji operasyonên dijmin re nekin. Ez jî gerila me, ji bo gelê xwe şer dikim û ez bi vê yekê serbilind im.”

DUNYA PALE - ANF/BEHDÎNAN