Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker doh gundê Girî ya herêma Berwarî ya Balayan bombebaran kir. Ji ber bombebaranê agir bi herêmê ket û beşekî mezin yê daristana herêmê dişewitin. Heman rojê li herama Bradostê jî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Çiyadol, Xelîfan, Çiyayê Kewerte û Xakurkê bombebaran kirin. Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de tiştek bi kesî hatiye yan na.

Jiyana koçerên herêma Biradostê ji ber bombebaranên artêşa Tirk û topbaranên Îranê di metirsiyê de ye. Li gora salên borî hejmara koçeran gelek kêm bûye, sedemê wê jî bombebaran û topbaranên dewleta Tirk û Îranê ye. Li herêma Biradostê gelek zozan hene tê gotin, rûpîvana wan bi giştî digihe 2 sed hezar doniman. Ji gelek gundên herêmê ji bo çêrandina sewalên xwe welatî di meha Gulanê de berê xwe didin zozanan heya meha Îlonê. Lê ji ber êriş û topbaranên artêşa Tirk û Îranê koçerên deverê wek salên borî îsal nekarîne berê xwe bidin zozanan. Herwiha ji ber van êrişan heya niha zêdetirî 115 gundên herêma Biradostê ji neçarî malên xwe berdane. Rêjaya berhemê çandinî û hatina koçeran ya zozanan daketiye ji sedî 20’an.

 

ROJNEWS/BRADOST