Çeteyên dewleta Tirk çar gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji sê aliyan ve dorpêçkirine. Gundî dibêjin; bila baş zanibin ku em ê ti carî gundê xwe bernedin. Em li vir li ber xwe didin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

HÎVDA HEBÛN / ANHA/ŞEHBA

Zilma dewletta Tirk li dijî gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Efrînê dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk gundên Bircqasê, Kilote, Gundê Mezin û Başemrê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji sê aliyan ve dorpêç kirine. Yek rêyek ji bo wan maye ew jî di kontrola rejîma Sûriyeyê de ye. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê zilmê dan. Endamê Meclîsa Şêrawa û endamê Komîteya Lihevkirinê ya van her çar gundan Mahmûd Mihemed qala rewşa li gundan kir û got, “Beşek ji gundiyan debara xwe bi çandiniyê dikin, beşek jî karker in. Li gundê Bircqasê derdora 150 penaberên Efrînî hene. Li gundê Kilotê jî 5-7 penaberên Efrînî hene. Li gundê Mezin nêzî 30 penaber, li Başemrê jî 10-15 malbatên Efrînî hene. Her çar gund li ser sînor in, li aliyê Nubil-Zehra jî dewlet heye. Di navbera me û çeteyên dewleta Tirk de ji yek heta du kîlometreyan, li hin deveran jî mesafeyeke kurtir heye. Çend rojan carekê hawanê diavêjin gund, dewlet jî rêya me asê dike. Em li vir li ber xwe didin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Em nikarin herin nav zeviyên xwe

Hevserokê Komuna Gundê Kilotê Hisên Elî jî got xwesteka dewleta Tirk ew e ku ew gundê xwe biterikînin û wiha peyivî: ”Çete 5 kîlometreyan dûrî me ne. Li gund 70 malbat bi giştî 310 kes hene. Ji 70 malbatan 10 jê ji Efrînê hatine. Gundî zor û zehmetiyan dikişînin, kar nîne, zeviyê ku karibin çandiniyê lê bikin nîne. Li dora gund mayîn hatine bicihkirin, gundî nikarin biçin nava zeviyên xwe. Tenê armanceke wan heye, ew jî terikandina gund e, lê belê bila baş zanibin ku em ê ti carî gundê xwe neterikînin.”

Jina bi navê Fatma Îbrahîm ya ji gundê Kilotê jî dibêje: ”Çeteyan darên zeytûnê û zeviyên gundiyan şewitandin, lewma niha çavkaniya debarê ya gundiyan nîne. Bi mehane em li gund asê mane, lê tevî vê yekê jî em ji gundê xwe naçin. Em ê hata dawî li dijî zilma wan têbikoşin.”

Dikevin malan û talan dikin

Hevseroka Komuna Gundê Mezin Emîne Hesen Berho jî got; ”Li gund 350 malbat bi giştî hezar 500 kes hene, ji wan 60 malbat ji Efrînê hatine, çete timî êrişî gund dikin, rejîm jî ambargoyê datîne ser gund, du meh in nekarîne derbasî aliyê din ê Şêrawa bibin. Her ku êriş dibe em neçar dimînin ku ji malên xwe derkevin. Dema ku em derdikevin jî komên ser bi rejîmê ve dikevin malan û talan dikin.”

Hevserokê Komuna Gundê Başermê Zekerî Mihemed Xîrfan jî got, “Li rojavayê me heta bi Xeftan Zeveş, Kefer Besine û Enedane herêm ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin. Nuqteya çeteyan a nêzî me 500 metreyî dûr e. Rojane topên hawanê diavêjin gund. Dewlet jî destûrê nade ku em birîndarên xwe, nexweşên xwe bibin nexweşxaneyan.”