
Li Hewlêrê endamên Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê li avahiya rêxistina xwe derbarê rewşa deriyê sinor û ambargoya ku li ser Rojava tê meşandin nêrînên xwe anîn ziman. Parlamenteran diyar kirin ku pêwîst e Hikumeta Herêmê deriyê sînor veke û partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê berpirsyariyên xwe bi awayekî lezgîn bi cîh bînin.
´Berpirsyariyên xwe bi cîh bînin´
Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Ebdûllah bal kişand ser zexmetî û xetereyên ku li Rojavayê Kurdistanê rû didin diyar kirin ku tu sedeman li pêşiya venekirina deriyê sînor nîn in û wiha berdewam kir: “Bila ji bîra me neçe kû Kurdên Başûrê Kurdistanê jî, ji ber zilm û zordariya rejima BAAS´ê ya Êraqê koçberî Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bûbûn û li van deran di koçberiyê de alikariyek mezin ji Kurdên wergirt. Lewra divê li Başûrê Kurdistanê hikumet, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelê başûr wan rojan li bîra xwe bîne û bi hestê neteweyî ji Rojavayê Kurdistanê re bibe alikar. Divê Hukumeta herêmê mijarên siyasî û mirajên mirovî tevlî hev neke. Niha pirsgirêka ku li Sûriyê rû daye ji siyasî zêdetir pirsgirêkek însanî û girêdayi jiyana mirovan e. Jibo vê jî pêwîste Herêma Kurdistanê bi awayekî lezgîn deriyê sînor veke û alikariya ku ji destê wê tê ji Kurdên Rojava re bike.”
Parlamenter Nîmet Abdullah diyar kir pirsgirêka ambargoyê dibe sedema gelek pirsgirêkên din jî anî ziman ku pêwîst e Kurdên rojava dev ji berjewendiyên siyasî yên partiyên xwe berdin. Abdullah diyar kir ku di vê demê de ya giring yekîtiya netewî ya kurdan e weha axivî: “Yekîtiya kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji nan û av pêwîstire eger Kurd bikaribin yeketiya xwe çêbikin tu hêz nikarin wana ji armanca wan dûrbixin. Berevajiyê vê wê Kurd li rasta encamek xemgîn werin û jovantiya dawiyê kêrî tiştekê nayê. “
Divê alîkarî were dayîn
Endamê Serokatiya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistan û endamê Desteya Bilind ya Yekîtiya Parlamenterên Kurdistan Xelîl Îbrahîm Mihemed jî anî ziman divê Herêma Kurdistanê, partiyên siyasî , rêxistinên civakî û gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê bi awayek ji dil alîkariyê bide Rojavayê Kurdistanê û wiha got; “Di mijara Rojavayê Kurdistanê de erkên giring dikevin li ser milê Hikumeta Herêma Kurdistanê. Divê hukumet di aliyê siyasî, dîplomasî û aborî de alîkarî bide şoreşa Rojava û deriyê ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de veke da ku gelê me bikaribe pêwîstiyên xwe yên bingehîn beyî ku rasta astengan were pêk bîne.” Mihemed derbarê koçberên ji Rojava hatine Herêma Kurdistanê de jî diyar kir ku 57 hezar Kurd ji Rojava hatine Herêma Kurdistanê û xwest ji penaberan re alîkarî were dayîn û pêdiviyên wan werin bicîhanîn. Mihemed anî ziman ku ji ber ku deriyê sînor girtî ye kurdên penaber yê ji Rojava nikarin serdana xizmên xwe jî bikin û xwest ku astengî werin rakirin.
´Dest bidin hev´
Endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê parêzer Serdar Herkî jî diyar kir ku Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê di rojên teng de alîkariyek bê hempa dane gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir; “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê firsendek pir girîng û dîrokî. Ev ne tenê ji bo gelê Rojava, ji bo hemû gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Divê em Kurd hemû vê firsenda dîrokî ji dest xwe bernedin û alikariya gelê xwe yê Rojava bikîn. Lazim e em vê ji xwe re weke erkekê netewî, nîştîmanî û mirovî bibînîn. Bi taybet jî pêwîst e hukumeta Herêma Kurdistanê destê alikariyê ya Rojavayê Kurdistanê li hewa nehêlê, kurd dest bidin hev û pêwîstiyan bi awayekî lezgîn bi cîh bîne.”
DÎHA/HEWLÊR
Ji muxalefeta başûr nerazîbûn
Her çendî rayedarên Hukûmeta Başûrê Kurdistanê vê yekê red bikin jî ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Bi armanca rakirina ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê, di civîna Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de 4 partiyên muxalefetê bang li hikûmeta herêmê kirin. Partiyên Goran, Yekgirtûyî Islamî, Tevgera Islamî û fraksyona Pêşerojê nameyeke hevbeş pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kirin diyar kirin ku daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên derbarê vekirina sînor de ne rast in û gotin ku kiryarên bi vî rengî li dijî yekîtiya gelê Kurd in. Partiyan her weha destnîşan kirin ku herêma di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi têlên rêsayî hatiye bi cîh kirin û her du aliyên Kurdistanê ji hev hatine cuda kirin. Di nameya hevbeş de bang li hikûmeta herêmê tê kirin ku bi awayekî lezgîn sînorê di navbera herdû aliyan de were vekirin.
HEWLÊR