Dibe ku ev peyv ji bo gelekan peyveke nû be, dibe hin kes bibêjin; „ev peyva çêkirî jî ji ku derket?.“ Lê na ev peyv bi sedan salan e ku tê bikaranîn, mixabin ku di çengeyeke bîra civakê de hatiye jibirkirin, yan jî tenê di nava pîr û kalan de maye. Divê ev têgîn êdî di jiyana rojane, wêje û di siyasetê de jî cihê xwe bigire, lew re peyveke resen kurdî û bi wate ye. Devhêran ji du peyvan pêktê, yek peyva „dev“ û yek jî lêkera aktîf „hêran“ ango gotinan di nava dev de çerixandin, hêrandin û derkirin, ji devekê derbasê devekî din bûyîn. Li gelek deverên Serhedê di wateya gotin gerandin, gotgot, virvirkirinê de tê bikaranîn. Bi giranî di wateya peyva tirkî „dêdî kodu“ de ye. Lê li hin deveran  di wateya pevçûna bi gotinan de jî tê xebitandin.
Ev têgîna nexweşiya giyanî, di nava malbat dost û yaranan de bi giranî dibe egera pevçûn dilşikestin, hevêşandin û fesadiyê. Gelek caran dikane bibe egera hevberdana mêr û jinê jî. Heta di hin rewşan de bi hezaran caran bûye sebeba hevêşandin, hevkuştinan jî. Di bingehê xwînîbûna hev de jî bi giranî ev çeka devhêrandinê roleke bingehîn dilîze. Gelek caran keç û bavê, kur û dê, bira û pismaman li hev dike dijmin. Dagirker û dijmin bi pisporî vê çeka devhêranê wek alaveke şerê pîsîkolojîk di her warê jiyanê de bikartîne. Heta ji bo vê bikaranînê saziyên hêzên taybet avakirine. Daku bikanin vê têxin jiyanê yan hîn ajanên xwe dike nava kom, tevger û civakan, yan jî hin kesên xwedan kesayetiyên melûl dikirrin û di vî karê qirêj de bikartînin. Bi vê çekê bêbaweriyê dixe nava komê, komele, heval û dostan, wan li heva sor dike û berdide hev. Jixwe dema di nava kom, tevger û gelekî de bêbawerî rûnişt, guman serdest bû, ruxandin, bihevketin jihevketin, nefret serdest dibe. Ew jî dibe kurmê rizandina hevbestin, sazî û civakê. Li vir Ewropayê em gelek caran rastê boneyên wiha bêbingeh tên: “Filan kesî pere xwar, bêvan kes ajan e, filan heval û filan hevala jin bi hevre ne. Filan û bêvan kes hembajarîtî dikin. Ev kesana tenê ji bo berjewendiyên xwe nêzîk bûne. Wan di nava hev de hevgirtineke wekî çete avakirine. Li cem me tiştekî li cem kesên din tiştekî din dibêjin,” Van boneyên êş a giyanî gelek kes ji tevger û komeleyan dûr dixin. Ew ajanên dagirkeran û ruxandêrên civakan ku di vî warê bi aloz de tên bikaranîn; gelek caran jî bi awayê tirs û panîk afirandinê, virên di forma aforîzmayên tirsweşînê de wek; “Dewleta A..B.. hemû kesên diçin komeleyan teqîp dikin, karên wan tevlihev dikin. Mêze karê filankesî ji ber vê egerê tevlihev bûye û hwd.” Çapemeniya dagirkeran jî bi pirranî wek belavokên devhêranê ne. Gelek caran bi nûçeyên aspargas, derew û tinazî, çamûravêtinê, hin derûdorên li ser bendê dagirkeran dilîzîn bikaranînê, kêmasiyên herî piçûk jî wek xeta, tewan û hewldanên xapandinê pêşkêşkirine, bi awayê hêzên dagirkeran pir bi hêz nîşandanê tevê vê çeka devhêranê dibin. Wek mînak gotina Erdogan ya “ha ket ha bikeve!” bê navber bikaranîn, yan jî çeteyên wek Daîşê ji rastî û hêza wê ya rast zêdetir mîna cinawiran nîşandayînê jî dikeve nava vê şerê devhêranê. Gelek komkujiyên dagirkeran ji hêzên azadîxwaz re malkirinê û hwd. Di nava medya digîtal de jî ajanên bandorî hene. Ew jî bi awayekî din erkê devhêranê ango şerê psîkolojîk yên dagirkeran werdigirin. Bi her awayî dixebitin ku Tevgera Azadî reş bikin. Dema mirov li kesên di çanda derûdorên rizgarî re derbasbûne, hin derûdorên têkçûyîyên xwe berdana nava qirêjiya medya dîgîtal dinêre, bi hêsanî dibîne ku tev de vê çeka devhêranê yanî çeke şerê psîkolojîk bikartînin. Bêguman di nava her komel, tevger, kom însiyetîfekê de fêlxirab û bêbext jî derdikevin, yan jî kesên erkên xwe tene ji bo xiniziyên xwe bikartînin jî dibin. Lê divê mirov bi awayekî zana pêşî li van kesan bigire ku ev nebin alavên devhêranan. Belê divê mirov “peyva “devhêranê “nebêje û derbas nebe!” Dema tiştin wisa derket, hima midaxale bike û çevkaniya vê nexweşiyê derxe û pêşî lêbigire. Kesên bi helwestên xwe ji têgihîştinê wiha re dibin sedem bide rawestandin.