Gelê Sûrê piştî xwerêveberiya cewherî îlan kir, hêzên dewletê di 28’ê Mijdara 2015’an de “Qedexeya Derketina Kolanan” îlan kir û dest bi êrîşan kir. Bi qedexe û êrîşan re hilweşînê jî dest pê kir. Qedexe û xerakirin hêj didome. Ligel qedexeyê hilweşandin û wêrankirina mal û cihên dîrokî jî li 6 taxan berdewam dike. Li taxên Hasirli, Cemal Yilmaz, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Savaş û Cevatpaşa rûxandina avahiya bênavber didome û avahiyek ku para xwe ji êrîşên hêzên dewletê negirtibe nemaye. Qedexe û rûxandina li taxan bi hev re didome û qedexe 300 roj li pey xwe hiştin. Xurde û molozên avahiyan bi maşîneyên Miduriyeta Karên Taybet li gel maşîneyên zirxî tên derxistin.
Hilweşandin û wêrankirina hêzên dewletê taybetî li ser taxa Hasirli pêk tê. Molozên ji 6 taxan tên derxistin li çoltera derdora Zaningeha Dîcle yê tên valakirin. Li Nisêbîn, Gever, Şirnex, Cizîr û Hezexê jî heman hilweşandin pêk tên û cerdevan, kes û şirketên nêzî dewletê bi moloz û hêsinên ji şûna hilweşandinê dimînin diziyê dikin û bi van xurdeyan bazirganiyê dikin.
DÎHA/AMED